Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin 2020-12-10 09:28:00 AMED - Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, diyar kir ku konsepta Şengalê piştî hewldanên DYA'yê yên ji bo êrîşa li ser Îranê rû dane. Ûca, anî ziman ku tê xwestin Şengal bê valakirin û ji bo Bexdayê xetek nû bê çêkirin.  Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe di 9'ê Cotmehê de peymanek çêkiribûn. Lê belê ev peyman bûbû sedem bertekên tund. Bi vê peymanê re hatibû xwestin Navendên Asayîşê yên Êzdixanê bên girtin û zêdetirî 8 hezar esker sewqî herêmê bê kirin. Piştî bertekên hatibûn nîşandan rayedarên Iraqê mecbûr mabûn hevdîtinê bi Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê re bikin. Di hevdîtinê de biryar hatibû girtin ku dê navendên asayîşê yên Êzidxanê yên li Şengalî Sinûnê û Xansorê neyên girtin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, sedem û encamên peymana Şengalê nirxandin.      FERMANA 75'AN   Ûca, anî ziman ku di dîrokê de êzidî tim bi fermanan re rû bi rû mane û bi vê peymanê re derî li fermaneke nû hatiye vekirin. Ûca, vê peymana ku piştî fermana 74'an a bi destê DAIŞ'ê hat kirin, wekî "fermana 75'an" bi nav kir û got: "Çend roj e em meseleya Şengalê temaşe dikin. Di serdemeke ku gelê êzidî yekîtiya xwe ava kiriye, pirsgirêkan xwe bi xwe çareser dike û xwe bi xwe bi rê ve dibin de, peymaneke bi vî rengî rû daye. Ev ne rasthatinî ye. Di dîrokê de her tim êzidî bi fermanan re rû bi rû mane û hatiye xwestin ku bên dagirkirin. Lê belê tevî ev qas komkujiyan jî tu carî serî netewandine. Em baş dizanin ku heger vê peymanê pêk bînin dê êzidî bi fermana 75'an re rû bi rû bimînin. Em ê vê peymanê qebûl nekin. Peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, delîla polîtîkaya çewisandinê ya zêidiyan e. Armanca vê peymanê ew e ku êzidiyan ji Şengalê derxin. Di demên dawî de heyetek li ser navê Hikûmeta Navendî ya Iraqê çû Şengalê. Di nav heyetê de ereb û tirkmen jî hebûn. Kesên di 3'yê tebaxê de reviyan û êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hiştin, niha dixwazin Şengalê teslîm bigirin."    BI DESTÊ PDK'Ê    Ûca, destnîşan kir ku Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ji 9'ê Mijdarê heya niha hewl didin peymanê pêk bînin, lê belê ji ber nerazîbûn û bertekan niha wê dane sekinandin. Ûca, bilêv kir ku bêyî vîna gelê Şengalê biryara hatiye girtin. Ûca, anî ziman ku gelê êzidî ku di êrîşên DAIŞ'ê de bi komkujiyê re rû bi rû hatin hiştin bedêlên giran dane û Şengal parastine, lê belê niha tê xwestin ku bi vê peymanê kesên Şengal parastine ji herêmê bên derxistin û got: "Parlementoya Kurdistana Başûr diviyabû vê peymanê îmze nekirina. Lê belê PDK'ê peyman îmze kir. PDK, dixwaze komkujiya nîvcomayî temam bike. Di sala 2007'an de bombe teqiya û gelek kes mirin. Niha dixwazin heman tiştî cardin bikin. Dixwazin Şengalê vala bikin."    XETEK NÛ    Ûca, anî ziman ku ev qewimîn piştî hewldanên DYA'yê yên ji bo êrîşa li ser Îranê rû dane. Ûca, bilêv kir ku tê xwestin Şengal bê valakirin û ji Bexdayê heya Şengalê xetek nû bê çêkirin û got: "Lewma pêdiviya wan bi Şengalê heye. Ji lewra Şengal xwedî pozîsyoneke navendî ye."    AWAYÊ TIRKIYE Û PDK'Ê    Ûca, destnîşan kir ku Tirkiye li herêmê polîtîkayên dagirkirinê pêk tîne û ew û PDK'ê li dor van polîtîkayan bûne şirîk û got: "Em baş dizanin ku li Başûrê Kurdistanê konsepteke cuda pêk tê. Qadên parastinê yên azad tên bombekirin û her roj operasyon tên lidarxistin. Dewleta tikr tenê ne Mexmûr û Şengalê, her roj hîn bêtir axa Başûrê Kurdistanê dagir dike û eskeran sewq dike. Li vê derê jî awayê PDK û Tirkiyeyê bi awayekî aşkere xuya dike. Gava Hikûmeta Navendî çû Şengalê ewilî nimêj kir. Ev yek li Qersê jî pêk hat gava qeyûm hat tayinkirin. Berî serdana şaredariyê bike, nimêj kiribû."    BERXWEDAN    Ûca, destnîşan kir ku ji bo peymana di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de hatiye çêkirin bi temamî bê sekinandin pêdivî bi çalakiyên girseyî yên demokratîk heye û ji bo dorfirehkirin berxwedanê bang kir.    MA / Ergîn Çaglar