'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin' 2020-12-10 09:15:57 STENBOL - Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê diyar kirin ku amûrên guhdarîkirinê yên di avahiya partiya wan de hatine bicihkirin, delîla pêkanînên dereqanûnî ne û gotin: "Bi vî awayî îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin."  Gelek caran tê nîqaşkirin ku partiyên siyasî û siyasetmedar bi awayekî dereqanûnî tên guhdarîkirin. Herî dawî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê amûrên guhdarîkirinê hatibûn dîtin.    HDP'Î TÊN GUHDARÎKIRIN    Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Elîf Bûlût, diyar kir ku fealiyetên siyasî yên ew dikin bi awayekî aşkere dikin û tu tiştekî wan ê ku veşêrin tune ye. Bûlût, bilêv kir ku îqtidar bi rêbazên bi vî rengî sûc dike û got: "Îqtidar tiştên dereqanûnî û veşarî dike. Çavên wan lê ye gava me bigirin van tiştan têxin nav dosyeyê. Jixwe her cara ku em tên binçavkirin û tapeyan didin ber me, em fêm dikin ku hema bibêje hemû HDP'î tên guhdarîkirin. Bi pêkanînên werê dereqanûnî dixwazin muxalefetê bitepisînin."    DI DEMA AVÊTINA SER AVAHIYÊ DE HATINE BICIHKIRIN    Bûlût, anî ziman ku amûrên guhdarîkirin ji deverên ku îqtidar pir jê ditirse derdikevin û got: "Me amûrên guhdarîkirin li odeya ciwanan, odeya jinan û odeya hevserokan û yek jê jî me li paş prîzekî dît." Bûlût, bilêv kir ku wisa difikirin ku gava avêtine ser avahiya wan ev amûr hatine bicihkirin û got: "Di dema avêtina ser avahiyê de divê kesekî sêyem hebe. Di sala 2016'an de gava avêtibûn ser avahiya me nehiştin kes têkeve hundir. Tam 7 saetan di hundir de man. Em dibêjin hebe tune be wê çaxê bi cih kirine."    'SÛC HAT PESENDKIRIN'    Hevserok Erdal Avci jî anî ziman ku amûrên hatine dîtin bi awayekî profesyonel hatine bicihkirin. Avci, destnîşan kir ku pêkanînên bi vî rengî ne qanûnî ne û got: "Di qanûnan de hikmeke veşarî tune ye ku di dema lêgerînê de amûr bên bicihkirin. Bi her awayî sûc e. Bi vî awayî hat pesendkirin ku saziyên muxalif hemû tên guhdarîkirin."    Avci, bilêv kir ku Tirkiye veguheriye pergaleke olîgarşîk. Avci, anî ziman ku bêhiqûqîtî sûc in û li deverên demokratîk pêdivî bi tiştên werê çênabe. Her wiha Avci, bang li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kir ku ma ji vê wêdetir delîl hene?   XWEPARASTIN    Avci, li dijî van pêkanînan bang li muxalifan kir ku bi yek bin û destnîşan kir ku ên amûr bi cih kirine û ên ferman dane sûc kirine. Avci got: "Navekî van pêkanînan heye, ew jî dewlet e. Li dijî van pêkanînan muxalefet divê xwedî helwest be. Divê rê û rêbazên bi vî rengî teşhîr bikin û giliyên wan bikin û di vî warî de bi yek bin."    MA / Ferhat Çelîk - Berfîn Karaman