ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-10 09:00:03 * Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê diyar kirin ku amûrên guhdarîkirinê yên di avahiya partiya wan de hatine bicihkirin, delîla pêkanînên dereqanûnî ne û gotin: "Bi vî awayî îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin."  * Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî Dr. Samet Menguç got: "Berpirsiyarê sereke yê vê rewşa tenduristiyê AKP'ya ku berjewendiyên sermayeyê diparêze bixwe ye."    * Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û ji bo daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de jî diyar kir ku daxwazên wan, daxwazine insanî ne û ji bo "têkoşîneke topyekûn" bang li her kesî kir.    * Gundiyên Şavûrayê ji bo betalkirina projeya HES'ê ya tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin serî li dadgehê dabûn. Lê belê dadgehê 15 hezar TL mesref da ber 57 gundiyan.    * Parlementera HDP'ê Feleknas Ûcayê diyar kir ku konsepta Şengalê piştî hewldanên DYA'yê yên ji bo êrîşa li ser Îranê rû dane. Ûca, anî ziman ku tê xwestin Şengal bê valakirin û ji bo Bexdayê xetek nû bê çêkirin.    * Derbarê gefxwarinên Şaredarê Şaredariya Eyyûbiyeyê yê berê Mehmet Ekîncî de ku li jinekê xwaribûn, nûçe hatibûn çêkirin. Lê belê kesên bi navê E.K. û Û.Y. biryareke sixte ya dadgehê çêkirine û bi vê biryarê xwestine nûçeyên di malperên nûçeyan de hatine weşandin rakin.    * Derbarê 13 parlementerên HDP'î de bi hinceta tevli "Meşa Demokrasiyê" bûne fezleke hatin amadekirin û Parlementerê Wanê Sezaî Temellî jî bi hinceta siyasetmedarên girtî silav kiriye bi "pesindayîna sûc û sûcdar" hat tawanbarkirin.    * Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 5 sal derbas bûn, lê belê dosyeyên derbarê mirina 121 kesî de hatine vekirin hîn jî wekî xwe ne û hîn jî cenazeyê 14 kesan winda ye.    5* Danişîna doza B.E. yê li navçeya Cizîrê dest dirêjî 40 xwendekarê lîseyê kir, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê dîtin. (09.20)    * Danişîna doza M.E. yê di Otobusa Kampusa Wanê de dest dirêjî B.P.Ç'yê kir, dê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag, dê li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)   * Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê dê di meha 62'emîn a Komkujiya Garê Enqereyê de kesên jiyana xwe ji dest dan bibir bînin. (10.04)   * Danişîna doza Rojnameger Azîz Oruç û Ersin Çaksu dê li 2'emîn Dadgeha Asliye ya Ceza ya Stenbolê bê dîtin. (10.40)    * Danişîna doza E.B yê li Navçeya Rêya Armûşa Wanê dest dirêjî zarokekî kiribû dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (11.00)   * Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk dê ziyaretên xwe yên li Şirnexê berdewam bikin. (12.00-14.00)   * Bi minasebeta 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan dê li Amed, Wan, Mêrsîn, Stenbol û gelek navendên din parazvanên mafên mirovan daxuyaniyan bidin. (12.00-14.00)   * Di pêşengiya TUHAD-FED'ê de dê rêxistinên demokratîk bi boneya balê bikişînin ser çalakiya girtiyên di 27'ê mijdarê de li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi grevê kirin, li pêş Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * HDK, dê di 3'emîn salvegera Goristana Xerzanê de li li Beyoglu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)