Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin 2020-12-09 20:17:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 217 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 31 hezar û 712 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 217 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 31 hezar û 712 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 15 hezar û 531 ye û hejmara nexweşan jî bû 558 hezar û 517.