Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan 2020-12-09 17:10:12   STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, derbarê budçeya sala 2021’an ku li meclisê hevdîtinê wê tên kirin de serdana esnafên navçeya Umraniyeyê kir.   Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, derbarê Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an ku li Lîjneya Giştî ya Meclisê hevdîtinê wê didomin de serdana esnafên navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê kir. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Erdal Avci û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Stenbolê tevlî serdanê bûn. HDP’iyan biberdilkên li ser wan “Divê bihayê asgarî bibe 4 hezar lire” nivîsandî derketin serdanê. HDP’î hem ji aliyê gel ve hem jî ji aliyê esnafan ve bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazîkirin.    Di serdanê de Erdal Avci axivî û diyar kir ku aliyekî budçeya ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve pêşkêşî meclisê hatiye kirin bê qebûlkirin tuneye û ev tişt got: “Li gorî lêkolînên partiya me pêkane ku bihayê asgarî bibe 4 hezar lire.”   Beriya niha li navçeyên din jî HDP’ê bi heman rengî serdanan pêk anîbûn û derbarê budçeyê de esanfan agahdar kiribû.