Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin 2020-12-09 16:37:08   ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Zeynel Emre diyar kir ku li ser gilîkirina Serokê Rgihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, li Stenbolê jinek 80 salî hatiye binçavkirin.   Di Desteya Giştî ya Meclîsê de hevdîtinên li ser budçeya Wezareta Dadê didomin. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Zeynel Zeynel Emre di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku , li ser gilîkirina Serokê Rgihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, polîsan li Stenbolê bi ser mala jinek 80 salî de girtiye û wê binçav kirine û derbarê wê de doz vekirine. Emre da zanîn ku E.B. ya 80 salî bi boneya di medya civakî de li dijî daxuyaniya “Tevahiya çar mûçeyan nêzî 100 hezar lîrayî ye” ya Fahrettîn Altûn, bi gotina “êdî bes e we keda me xwar” parve kiriye hatiye binçavkirin.