Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e 2020-12-09 15:40:03   STENBOL - Malbat û xizmên kesên ku eskeran cenazeyê wan ji Goristana Xerzanê revandin û li peyarêya Goristana Kilyosê defin kirin daxuyanî dan û gotin: "Di şexsê goristana Xerzanê de civak û malbat xistine nava travmayê. Hikûmet berpirsiyarê vê yekê ye."    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), di sêyemîn salvegera hilweşandina Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor a Bedlîsê li avahiya xwe ya navçeya Fatîhê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbat û xizmên kesên cenazeyê wan ji Goristanê Xerzanê derxistin û endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankartên bi kurdî û tirkî “Ji bo hemû zindiyan mirin rastiyeke. Gor pîroziya her mirovî ye û mafê wê-î ye. Dest nede gora min” vekirin. Destpêkê Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Sûltan Karasû daxuyanî xwend. Karasû, bibîrxist ku beriya sê salan Goristana Xerzanê bi awayekî korsanwarî hat hilweşandin û wiha got: “Di 16’ê Kanûna 2017’an de 282 cenazeyên li goristanê diman revandin Stenbolê û bi mehan li Saziya Tiba Edlî hatin rawestandin.”   ‘NIRXÊN ME TUNE DIHESIBÎNIN'    Karasû, diyar kir ku hilweşandina Goristana Xerzanê bi agahiya dewletê pêk hat û wiha axivî: “Bi daxîkirina pêvajoya çareseriyê goristan xerakirin û cenaze revandin. Ev yek sûc e. Kesên ku gor di bin pêya rê de veşartin bi sûcdar in. Hiqûq û nirxên me yên civakî tune hatin hesibandin.”   SÛCÊ MIROVAHIYÊ    Karasû, destnîşan kir ku hikumeta AKP’ê û MHP’ê hestên olî yên civakê dimêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nêzîkatiya cenazeyan ji derveyî nirxên mirovî ye. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin. Berpirsyara travmaya ku di kesayeta Goristana Xerzanê de bi malbat û civakê didin jiyîn hikumet e. Divê 282 cenazeyên ku derxistine nasnameyên wan bên diyarkirin û teslîmî malbata wan werin kirin. Li hemberî vê zilmê divê ji malbat û rayagiştî lêborînê bixwazin û pêkanînên derveyî qanûnan bi dawî bikin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Birayê Ferhat Can ê ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê derxistin, Hanîfî Can jî, diyar kir ku ji miriyên kurdan jî ditirsin û wiha axivî: “Çar caran definkirina cenazeyekî derveyî mirovahiyê ye.” Can, wêneyên Goristana Xerzanê yên ewil û yên piştî hilweşandinê nîşandan û wiha got: “Cenazeyên kurdan herî dawî di bin betonê de veşartin, dîrokê ev jî nivîsand. Serlêdana me ya sûc ku em cenazeyê xwe ji Kilyosê bigirin û bibin welatê xwe veşerên mafê me ye. Ez ji vir banga hestiyariyê ji hemû raya giştî dikim.”