Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir 2020-12-09 15:01:29 STENBOL - Rêxistina Efûya Navneteweyî, têkildarî îşkenceya ku li Navçeya Şaxê ya Wanê li 2 welatiyên ji Helîkopterê avêtin, name ji Tirkiyeyê re şand û diyar kirin ku rewşa lêpirsîna bûyerê di çi astê de ye. Rêxistina Efûyê xwest rojnamegerên hatin girtin bên berdan.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, têkildarî îşkenceya ku eskeran li Navçeya Şaxa Wanê li weladiyan kiribû ji Tirkiyeyê pirsî. Eskeran li Navçeya Şaxê ya Wanê, welatî Osman Şîban û Servet Turgut ji helîkoptêrê avêtibûn û îşkence li wan kiribûn. Piştî bûyerê Servet Turgut jiyana xwe ji dest dabû. Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo bûyer bê ronîkirin cara duyemîn ji Tirkiyeyê re name şand û xwest Tirkiye der barê lêpirsîna bûyerê de wan agahdar bike. Rêxistina Efûyê ji rayedarên Tirkiyeyê re cara duyemîn name şand û xwest der barê bûyerê de agahiyên zelal bidin wan. Rêxistina Efûyê pirsa "Lêpirsîn di çi astê de ye?" kir û xwest kesên bersûc ên bûn sedema kuştina Servet Turgut û birîndarkirina Osman Şiban bi lez bên darizandin û cezakirin. Rêxistinê da zanîn ku piştî rapora Parlamenterê Serbixwe Ahmet Şik ku di 2'ê mijdarê de bi raya giştî re parve kir, name şandine û di nameyê de wiha gotin: "Wezîrê Karên Hundir di 26'ê mijdarê de îdea kir ku Osman Şiban "Ji teroristan re malovanî kiriye" û ev du kes bi îşkcne û mumaleya xerab re rû bi rû mane. Di lêpirsînê de qala tiştekî nehatiye kirin. Der barê îdeayên Soylu de lêpirsîn dikare bê kirin. Îşkence û muameleya xerab bi her awayî qedexe ye. Em bi fikar in ku çavkaniyên fermî îşkenceya hatiye kirin aşkere bikin. Em dibînin ku ji bo ev îşkence ronî bibe dilnexwaziyek heye."   GIRTINA ROJNAMEGERAN FIKARAN ZÊDE DIKE   Rêxistinê di berdewama nameyê de anî ziman ku girtina rojnamegerên bûyer ronî kiriye wan dixe nava fikaran û wiha got: "Em bang dikin ku rojnamegerên bûyer ronî kiriye bên berdan. Di rapora Ahmet Şik a der barê îşkenceya li Osman Şiban hatiye kirin û Servet Turgut ê hat kuştin de agahiyên pir girîng hene. Şahidê Osman Şiban, nîşan dide ku di 11'ê Îlonê de 2 welatî ji helikopterle avêtine. Osman Şiban, agahî da Şik û diyar kir ku piştî ew ji helikopterê avêtin, ew û Servet Turgut li erdekî hişk avêtine xwar û li erdê xistine.    DIVÊ FAÎL BÊN DARIZANDIN    Rêxistina Efûyê anî ziman ku ji ber der barê dosya lêpirsînê de biryara veşarî heye nikarin naverokê aşkere bikin û wiha daxwazên xwe anîn ziman: "Wekî hemû bûyerên îşkenceyê divê ev lêpirsîn jî bi lez bi dawî bibe. Divê kesên faîl derxin pêşberî dadgehê. Ji bo muameleyên îşkence û xerab bê ceza nemînin divê der barê faîlan de lêpirsîn bê kirin û cezayê pêwist lmi wan bê birîn.    Rêxistinê ji Wezîrê Dadê û Serokomar ev pirs pirsîn:   “* Osman Şiban ê bi mumaleya xerab û îşkenceyê re rû bi rû ma, îfadeya wî hat girtin ya na?    * Qeydên firîna Helikopterê û vîdeoyên kişlayê nehatine lêkolînkirin. Divê hatine lêkolînkirin ya na bê ronîkirin.    * Dema Servet Turgut û Osman Şiban di bin çavan de işkence li wan hat kirin divê hemû eskerên wê demê li qişlayê bên tespîtkirin, Ev tespît hatiye kirin ya na divê bê ronîkirin.    * Welatiyên ku bûne şahidê îşkenceya du welatiyan îfadeya wan hatiye girtin ya na? Divê îfadeya wan jî bê girtin.    DIVÊ ROJNAMEGER BÊN BERDAN   Di berdewama nameyê de xwestin Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Cemil Ugur û Adnan Bilen, Nûçegîhana JinNewsê Şehriban Abî û rojnameger Nazan Sala bê berdan.