Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin 2020-12-09 14:06:24 AMED – Dadgeha Şirnexê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” 3 sal ceza li rojnamevan Ozgur Paksoy birîbû. Îtîraza li dijî ceza hat kirin, ji aliyê Dadgeha Îstînafayê ve hat redkirin.   Derbarê ji edîtorên Ajansa Mezopotamya (MA) Ozgur Paksoy li ser medya civakî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Dadgeha Şirnexê 3 sal û mehek û 15 roj ceza li Paksoy birîbû. Paksoy bi rêya parêzerê xwe Resûl Tamûr serî li Dageha Edliya Herêma Dîlokê da û îtîrazî biryara dadgeha herêmî kir. Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê îtîrazê nirxand û red kir.   Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku dosyeyê rêya temyizê vekirî ye.