9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin 2020-12-09 13:29:00   HATAY - Li Hatayê, ji bo bersûcê li ser medya civakî tacîza zayendî li Parêzer Mehtap Sert kiribû, 9 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.    Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê, zilamê bi navê F.T. li ser medya civakî Parêzer Mehtaş Sert tacîza zayendî kirirbû. Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, bi sûcdariya "Li ser medya civakî tacîza zayendî" derbarê F.T. dest bi lêpirsînê kiribû. Dozger dûre derbarê  F.T. îdîaname amade kir û îdîaname ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Îskenderûnê ve hatibû qebûlkirin. Danişîna biryarê ya dozê îro hat dîtin. Parêzer Sert û bersûc tevlî danişînê nebûn. Parêzerên wan beşdarî danişînê bûn.    Şandeya dadgehê di danişînê de bi sûcdariya "Tacîza zayendî" 9 meh cezayê girtîgehê li bersûc F.T. birî.    'TUNDIYA DÎJÎTAL   Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku ev tundiyek dijîtale û wiha got: "Biryara dadgehê biryarek di cih de ye. Bikaranîna me ya medya civakî, nayê wê wateyê ku me destûr daye zilam me tacîz bikin. Lê bersûc bi awayekê pir rehet 18 dîmenên ne guncaw ji hesabê min re dişîne. Ev kirîna wî, tundiya dîjîtale."