Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo? 2020-12-09 11:33:38 EYN ÎSA - QSD, Rûsya û hikumeta Şamê li dijî eriş û amadekariyên şer ên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê li hevkirinek pêk anîn. Lê armanca êrişên heta îro li ser Eyn Îsayê pêk dihatin çibûn gelo?   Tirkiye di bin navê destekkirina Artêşa Millî ya Sûriyê (SMO) de grûpên paramîlîter li hev kom dike û êrişî ser bajarê Eyn Îsa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir. Êriş her ku diçe zêde dibûn. Her roj di van êrişan de cih û warên sivîlan jî dibûn hedef. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku bajêr ji êrişan diparast. Tirkiye û grûpên bi ser wê ve ji bo êrişek ango şerek nû yê li Eyn Îsayê amadekariya dikir.   Di bin siya van êrişên li ser Eyn Îsayê de rayedarên QSD, Rûsya û hikumeta Şamê li dijî êrişên Tirkiyê û grûpên serê wê ji bo Eyn Îsayê li hevkirinek pêk anî. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li ser şopa peymana agirbestê ya li gel Tirkiyê, wê li navenda Eyn Îsayê û derdora wê 3 nokteyên çavdêriyê werin avakirin. Wê di van nokteyên çavdêriyê de êrişên Tirkiyê û komên li ser wê werin şopandin.   ARMANCA TIRKIYÊ LI EYN ÎSAYÊ ÇI BÛ?    Eyn Îsa bi qasî 30 kîlometreyî dûrî sînorê Tirkiyê ye. Li başûrê bajarê Kobanê dikeve. Tirkiye di her êrişê de Eyn Îsa dikin armanca xwe û da ku têkiliya wê ya bi herêmên Cizîr û Firatê biqetîne. Eyn Îsa ya ku di sala 2015an de ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin di heman demê de wezîfeya pira di navbera Kobanê û Reqayê de dibîne. Ji ber ku Eyn Îsa xwedî cihek stratejik e her tim dibe armanca êrişan û êrişên li ser vir zêde dibin Her wiha rêya M4 jî di Eyn Îsayê de derbas dibe.   TIRKIYE AMADEKARIYAN DIKIR   Li deverên Eyn Îsayê di navbera grûpên girêdayî Tirkiyê de û hêzên QSD’ê de şerê dijwar diqewime û ev êriş hêj didomin. Tirkiye û grûpên xwe li herêma Eyn Îsayê amadekariyên şerek nû dikir. Tirkiye li van eniyên gundên Qetran, Şêx Şiwêhan, Berwiya, Kefifê, Mehra, Faris, Ebu Dihûr, Tiba,Cehşê Cimêcim, Ridênî, Temamih û Sigêro yên Eyn Îsayê amadekariya şerek nû dikir.   ARMANCA BINGEHÎN EW E KU TÊKILIYAN BIBIRIYA   QSD û hêzên asayîşa bajêr li dijî êrişan bersivên xurt didan û derbên giran li grûpên paramîlîter xistin. Êrîşên heta îro li dijî Eyn Îsa hatine kirin hemû hatine şikandin û hêzên QSD’ê jî li dijî êrişên muhtemel amadekariyên xwe dikir. Bi zêdebûna êrişan re çav hemû zivirîbûn ser Eyn Îsayê. Tirkiye dixwest Eyn Îsa bi dest bixista û bandora xwe ya li ser Reqa û Kobanê zêde bikira û têkiliya wan bibiriya. Bidestxistina Eyn Îsayê wek gavên enî ji Reqayê re vekirin û dorpêçkirina Kobanê dihat dîtin. Lê arîfeya van amadekariyên Tirkiyê de QSD, Rûsya û Şamê peymanek çêkir. Bi vê peymanê re pirsa armanca Tirkiyê ya dixwest li Eyn Îsayê bike çibû?   Tevî hemû êrişan jî QSD’ê soza parastina bajarê xwe Eyn Îsayê dabû û gotibûn ew ê bajarê xwe ji şer biparêz in.   DAIŞ’Î JÎ HENE   Li Eyn Îsayê di kuştiyan de derket holê ku endamên berê yên DAIŞ’ê jî hebûn.   REWŞ ARAM E   ANHA’yê ragihand vê sibehê piştî vê lihevkirina QSD, Rûsya û Şamê li Eyn Îsayê rewş aram e û şerên cih bi cih diqewimî cihê xwe ji bêdengiyê re berda.   MA / Nazim Daştan