Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin 2020-12-09 09:12:38 STENBOL - Derket holê ku hevdîtina malbatan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hatiye qedexekirin. Parêzer Rezan Sarica, bilêv kir ku pêkanîna heyî careke din pergala tecrîdê ya Îmraliyê nîşan daye.  Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin didome û bi vê re jî her diçe tecrîda li Îmraliyê giran dibe. Ji 15'ê Adara 2015'an heya niha tenê di 5'ê Hezîran, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'yê Adara 2020'an de hevdîtina malbatan pêk hat. Hevdîtina dawî piştî şewata li Îmraliyê di 2'yê Adarê de pêk hatibû.    Ji 2'yê Adarê ve tu serlêdaneke malbatan bi awayekî erênî nehatiye bersivandin û derket holê ku di 30'yê Îlonê de bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hevdîtina malbatan jî hatiye qedexekirin.    HINCET NAYÊ ZANÎN    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, diyar kir ku malbata Ocalan û malbatên girtiyên din her hefte bi awayekî bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin, lê belê ji zû de ye hevdîtin nehatina bersivandin. Sarica, diyar kir ku çi erênî çi jî neyînî heger bersiv neyê dayîn bi awayekî fîîlî v tê wateya redkirin, lê belê heya niha bi awayekî nivîskî tu bersiv nehatine dayînç Sarica got: "Di 4'ê Kanûnê de serlêdana dawî ya malbatê hat redkirin. Derbarê vê serlêdanê de bersiv hat. Di besivê de behsa cezayên dîsîplînê tê kirin. Ji ber ku me naveroka dosyeyê nedîtiye em nizanin bê hincet çi ye."    2 MEH ŞÛNDE PÊ HESIYAN    Sarica, diyar kir ku serlêdanên malbatan ên sala 2020'an cara ewil bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hatine redkirin û piştî du mehan bi vê yekê hesiyane. Sarica got: "Lewma mafê me yê îtirazê jî nemaye."    Sarica, anî ziman ku ji zû de ye cezayên dîsîplînê yên li muwekîlên wan tên birîn ji wan tên veşartin û sedema vê jî ew e ku ew nikaribin di wext de îtiraz bikin.    ÎTIRAZÊN WAN HATIN REDKIRIN    Sarica, anî ziman ku di 5, 12 û 28'ê Cotmehê de ji bo serlêdana malbatan serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dane. Sarica, diyar kir ku çendî li ber hevdîtina malbatan tu astengî tune bû jî, lê belê cardin pêk nehatiye.    Sarica, diyar kir ku ji bo retkirinê tu referanseke qanûnî li holê tune ye û got: "Jixwe me bi delîlan serî li dadgehê da ku me serlêdan kirine. Me diyar kir ku meqama erkdar dadgeh e û me erka wê ya lêkolînê bibîra wê xist. Lê belê dadgehê xwe neda ber biryarê û serlêdanên me red kir. Ev jî nîşan dide ku daraz û îdare bi fermanên kesekî tên kirin."    AWAYÊ PERGALA TECRÎDÊ    Sarica, anî ziman ku gava di meha Cotmehê de ji bo hevdîtinê serî li dadgehê dane, pê hesiyane ku di 30'yê Îlonê de derbarê hevdîtina malbatan de jî cezayê dîsîplînê hatiye birîn, lê belê ev yek teblîxî wan nehatiye kirin. Sarica got: "Gava lêpirsîna dîsîplînê bê detpêkirin, diviyabû haya me pê bixistana. Lê belê gava em li vê pêkanînê dinêrin, em careke din jî dibînin ku bê pergala tecrîdê ya Îmraliyê çawa tê birêvebirin."     MA / Erdogan Alayûmat