Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê 2020-12-09 09:12:36 STENBOL - Parêzer Eşber Yagmûrderelî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyan û diyar kir ku pirsgirêka sereke neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ferhat Tûnç jî bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.  Girtiyan di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dets bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Niha koma sêyem di greva birçîbûnê de ye.    MAF JI BO HER KESÎ NE    Parêzer-nivîskar Eşber Yagmûrderelî ku got "Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e" anî ziman ku asasiya vê jî "pirsgirêka demokrasiyê" ye. Yagmûrderelî, destnîşan kir ku ji ber ku pirsgirêka bi awayekî aştiyane nayê çareserkirin rojeva welêt her tim di nav rageşiyekê de ye û tecrîda li ser Ocalan jî perçeyek vê pirsgirêkê ye. Yagmûrderelî got: "Wekî perçeyeke vê pirsgirêkê li hemberîg irtiyan polîtîkayeke tecrîdê ya giran pêk tê. Nasname çi dibe bila bibe, di çarçoveya qanûna înfazê û rêziknameyê de hin mafên girtiyan hene. Yek ji van mafên sereke jî mafê hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re ye. Ev maf, ew maf in ku divê tu girtî neyên mexdûrkirin. Ev maf ji bo her kesî ne."    Yagmûrderelî, anî ziman ku grevên birçîbûnê 50 sal in tim di rojeva welêt de ne û ji ber tecrîd pêk tê, ev yek mafdariya grevên birçîbûnê dide der. Yagmûrderelî, diyar kir ku grevên birçîbûnê hewl didi hesasbûnekê li civakê peyda bikin û got: "Her ku ev yek dewam bike wê nerihetiya civakê jî dewam bike. Ev yek, bi kêrî tu kesên li vî welatî nayê."    'TARÎTIYÊ TARÛMAR DIKIN'    Ferhat Tûnç, anî ziman ku di rewşeke xeter de girtî hewl didin pirsgirêkan açreser bikin û got: "Wan girtin lê nikaribûn wan ji armancên wan dûr bixin. Niha hemû enerjiya xwe ji bo azadî, adilbûyînê xerc dikin. Hevalên me yên di girtîgehan de, ji 27'ê Mijdarê ve li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan, hewl didin tarîtiya welêt tarûmar bikin."    DIVÊ HER KES BIBE DENGÊ GIRTIYAN    Tûnç ku got "Hunermend nikarin ji bo bîrîkirinên cvakê, ji bo derdên civakê xwe li guhnedêriyê deynin. Hin kes ji bo azadî û edaletê xwe birçî dihêlin û laşê xwe ber bi xetereyê ve dişînin. Lewma hunermend divê bi awyaekî her zêde bibbin dengê wan" bal kişand ser berpirsiyariya hunermend û rewşenbîran. Tûnç got: "Li welatê me heya ku tecrîd bidome, heya ku binpêkirinên mafan bidomin dê ne mirin ne jî binpêkirinên mafan neqedin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Mixabin ji ber kêmasiya me yên derve ew dikevin greva birçîbûnê. Lewma ji ber vê divê em bibin dengê wan û xwedî li daxwazên wan derkevin. Rewşenbîr û hunermend divê hemû bibin dengê girtiyan."    MA / Nacî Kaya