ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-09 09:00:21 * Waniyên ku ji ber krîza aborî kar bi dest wan nakeve, dixwazin meaşê kêm herî kêm bibe 3 hezar û 500 TL.  * Di salvegera ku Tirkiye Danezana Gerdunî ya Mafên Mirovan qebûlkir de li Tirkiye binpêkirina mafan bi rêk û pêk zêde dibe. Tirkiye hefteya mafên mirovan bi binpêkirinên wekî 'îşkence polîsan a bi kûçikan, avêtina mirov a ji helîkopteran, êrîşa gor û goristanan, binçavkirina bê navber û girtinan" pêşwazî dike.    * Parêzer Eşber Yagmûrderelî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyan û diyar kir ku pirsgirêka sereke neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ferhat Tûnç jî bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.    * Derket holê ku hevdîtina malbatan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" hatiye qedexekirin. Parêzer Rezan Sarica, bilêv kir ku pêkanîna heyî careke din pergala tecrîdê ya Îmraliyê nîşan daye.    * Hevseroka Şaxa SES a Antalyayê Şukran Îçoz, diyar kir ku li nexweşxaneyan cih nemaye û got: "Serdem bi dawî bû, şewb para bajêr ket."    * Aborîzan Mûstafa Sonmez, diyar kir ku gotinên Erdogan ên derbarê "reform di aboriyê de" gotinine pûç in û got: "AKP'ya ku nikare li ber vê rewşa aborî rabe, hewl da qalikê xwe biguherîne. Lê kesî qaneh nekir."    * Hevserokê EGE-TÛHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.    * Karkerên OSTÎM'ê diyar kirin ku nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin û xwestin Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm li gor mifha karkeran biryarekê bide.    * Endama HDP'î ya Meclîsa Şaredariya Serêkaniyê Dîlan Ablay, anî ziman ku li şaredariyên AKP'î gava xebatkarên şaredariyê ji peywirê tên dûrxistin an jî îstifa dikin, bi biryara meclîsa şaredariyê şaredarek nû tê hilbijartin, lê li şaredaryên HDP'î yên qeyûm tayinî wan tên kirin nahêlin meclîs kom jî bibe û xespkirina vînê rexne kir.    * Li Aydinê serwîsên beşa awaret ên nexweşxaneyan ji sedî 70 tije bûne û di meha Mijdarê jî 400 kedkarên tenduristiyê bi şewba Covîd-Hevseroka 'ê ketine. Şaxa SES a Aydinê Oznûr Ozagaç got: "Li gelek nexweşxaneyên me hîn jî serwîsên li gor Covîd-19'ê bên bikaranîn tune ne."   * Êriş û amadekariyên Tirkiyê yên li ser Eyn Îsayê îşareta şerek nû li herêmê dide nîşandan. Spartina Rûsya ya “dewrî rejîmê bike” jî bi berxwedana QSD’ê re rûbîrû dimîne.   * Danişîna doza derbarê kuştina Berkîn Elvan ê di çalakiyên Parka Geziyê de hatibû kuştin wê li17'emîn Dadgeha Çaglayan a Stenbolê were lidarxistin.(09.30)    * ÎHD û TÎHV, bi boneya 10-17'ê Hefteya Mafê Mirovan, wê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Komeleya Mala Jiyanê ya Jinan a Rihayê, wê derbarê bûyera tecawîzê ya li Kercewsê rû da de, civîna çapemeniyê li dar bixe.(12.00)    * ANYAKAY-DER, wê têkildarî 282 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û ev 3 salin nadin malan de, li avahiya xwe ya komeleyê ya li Fatîhê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)    * Platforma Tenduristiyê ya Amedê, ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane, wê li ber Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilî bernameya bîranînê li dar bixe. (12.30)   * Şaxa SES'ê ya Mêrsînê, dê derbarê şewba vîrûsa koronayê de, li avahiya sendîkayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şandeya Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, wê navçeya Basa ya Şirnexê ziyaret bike. (13.00)