Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan 2020-12-08 16:44:01 STENBOL – Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di meşa li dijî tecrîda li Îmraliyê de axivî û got: “Welat di bin tecrîdê de ye. Werin em deng bidin çalakiya gireva birçîbûnê.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û destekê bidin çalakiya greava birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîdê dane destpêkirin, xwest li Meydana Aksaray a Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. Daxuyaniya ku Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û gelek jin beşdar bûbûn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û jinan ji meydanê dûr kir. Jinan bertek nîşanî helwesta polîsan da. Jinan ber bi avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan (MATUHAY DER) ve meş li dar xistin.   MEŞ LI DAR XISTIN   Jinan xwest li vir daxuyanî bidin lê carek din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Jinan li vir jî bertek nîşanî polîsan da û vê carê ber bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Fatîhê ve meş li dar xistin. Jinan piştî meşê daxuyanî da çapemeniyê. Tevî ku polîsan got “em ê nehêlin hûn têkildarî tecrîdê daxuyanî bidin” jî Parlamentera HDP’ê Dersim Dag daxuyanî da.   ‘EM DENG BIDIN DENGÊ ÇALAKGERAN’   Dag diyar kir ku îqtîdar hatiye wê astê ku tehamulî daxuyaniyekê jî nake û ew ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Dag bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Îro li tevahiya welat polîtîkaya tecrîdê di dewrê de ye. Ji bo bidawîkirina vê tecrîdê divê her kes têbikoşe. Werin em deng bidin dengê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan.”   POLÎSAN MUDAXILEYÎ DAXUYANIYÊ KIRIN   Daxuyanî bi çepikan û têlîliyan bi dawî bû. Polîsan xwe li daxuyaniya jinan negirt û mudaxele kir. Polîsan xwest kesek bi darê zorê binçav bikin û li ser vê yekê di navbera jinan û polîsan de nîqaş derket. Piştî nîqaşê polîs derbasî avahiya HDP’ê bûn. Polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û rêveberê Rêxistina HDP’a Kadikoyê Erkîn Barîn Goyluler binçav kirin.