Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê 2020-12-08 15:18:18   MERSÎN - Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê, diyar kirin ku ji ber ku gel baweriya xwe bi hikumetê nayîne, li hemberî aşiyan jî, bê baweriyek çêbûye.   Odeya Tabîban a Mersînê, Komeleya Hekîmên Malbatê ya Mersînê (MAHDER), Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mersînê, Şaxa Giştî ya Tenduristiya Kar a Mersînê, Sendîkaya Piştevanî û Yekitiya Asta Yekemîn û Odeya Dermansazên Mersînê, derbarê rewşa Kovîd-19 a bajar de, civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Serokê Odeya Tabîban Mehmet Antmen axivî û wiha got: “Li bajêr her roj hejmara pêketiyan zêde dibe. Ji ber vê yekê divê riyên di navbera bajaran de bên girtin, liv û tevgera civakî bê sînordarkirin, AVM û cihên îbadetxaneyan bên girtin û têkoşîneke baş li dijî pandemiyê bê dayîn.”   ‘GIRTINEK ÇÊNEBE WÊ GELEK MIROV JIYANA XWE JI DEST BIDIN’   Antmen, derbarê xebatên aşiyan de jî, ev agahî dan: “Ji ber ku baweriya gel bi desthilatê nayê, li hemberî aşiyan jî bê baweriyek çêbûye. Têkoşîna bi şewbê re çiqas girîng be, tedawiya wê jî ewqas girîng e. Ji ber ku me nikarî derdê xwe ji hikumet û berpirsyarên heremî re vebêjin, li gorî qeydên fermî di 9 mehan de 15 hezar welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Bi girtineke tam liv û tevgera civakê neyê sînordarkirin wê gelek mirov nexweş bikevin û bimirin.”