Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin 2020-12-08 13:50:51   WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo dawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin daxuyanî da û ji bo tecrîd bi dawî bibe û kes canê xwe ji dest nede banga hestiyariyê li raya giştî kir.   Li girtîgehan ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bi koma sêyemîn didome. Platforma Demokrasiyê ya Wanê têkildarî greva birçîbûnê ya li hatiye destpêkirin li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyên (TUHAY-DER) a Şaxa Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Wanê jî piştevanî dan civînê.   GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 12'EMÎN DE YE   Hevserokê Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê Kinyas Başak daxuyanî xwend. Başak çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawîkirina tecrîdê ya di sala 2018’an de dest pê kir û di sala 2019’an de bi hevdîtinên li gel Ocalan pêk hatin bi dawî bûbû bi bîr xist. Başak anî ziman ku piştî 5 hevdîtinên li gel Ocalan bi heman rengî tecrîda girankirî dîsa dest pê kiriye û didome û ji bo dîsa tecrîd were bidawîkirin di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kiriye û bi koma sêyemîn grev di roja 12’emîn de ye.   'TEVAHIYA CIVAKÊ TÊ TECRÎDKIRIN’   Başak destnîşan kir ku li gel 72 sal bi ser Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî ku Tirkiye aliyê wê re derbas bûn jî li Tirkiyê mafê mirovan tê binpêkirin û di serê van binpêkirinên mafan de tecrîd, binpêkirina mafê jiyanê, îşkence, muameleya xerab, pişaftina ziman û çandê, komkujiyên jinan, îstîsmakirina zarokan, kedxwariya baweriyê û bêcezakirin tê. Başak destnîşan kir ku her ku diçe binpêkirina mafê mirovan zêde û giran dibe û got: “Di serê van binpêkirinan e binpêkirina mafê girtiyan tê. Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin. Îqtîdar di heyamek wiha dijwar ku tevahiya dinyayê bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re rûbirû maye de tecrîdê wek amûra sazîkirinê bikar tîne.”   'TECRÎD RÊBAZEK TEKNÎKÎ YE’   Başak anî ziman ku pergala tecrîdê cihêkariyê û yekperestiyê bi xwe re tîne û got: “Sîstema tecrîdê tenê ne rejîma tecrîdkirinê ye. Di heman demê de pergala tecrîdê rêbazek teknîkî ye. Ev rêbaz li dijî hiqûqê û demokrasiye ye. Tecrîd tenê ne li girtîgehan di heman demê de li derve li ser malbatan û civakê jî pêk tê. Rejîma tecrîda li Îmraliyê dij hiqûqî pêk tê gihîştiye asta rejîma Guantanamoyê.”   'DIVÊ DEMILDEST GAV WERIN AVÊTIN’   Başak destnîşan kir ku rejîma tecrîdê li dijî yasaya înfazê, Destûra Bingehîn û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye û wiha got: “Yasayên Komara Tirkiyê ji bo girtî bi malbat, parêzer û cihana derve re peywendî deynîn mafê wan hatiye mîsogerkirin. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din divê demildest gav werin avêtin.”   BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIRIN   Başak anî ziman ku ew wek Platforma Demokrasiyê ya Wanê bang dikin ku sepana tecrîda dij hiqûqî were bidawîkirin û got: “Bêyî ku tenduristiya girtiyan zirarê bibîne û ji bo ku di demên pêş de kes canê xwe ji dest nede em bang li raya giştî dikin ku demildest hestiyar tevbigere û dixwazin rayedar tavilê gavan biavêjin.”   Civîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.