Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî 2020-12-08 13:23:41 MÊRDÎN - Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê dadgehê 49 sal û 2 meh ceza li Ridvan O. yê dest dirêjî 3 zarokan kiribû birî.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Ridvan O. 7 salan li ser hev dest dirêjî 3 zarokan kiribû. Piştî bûyerê der barê Ridvan O de doz hatibû vekirin. Heyeta 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê piştî darizandinê 49 sal û 2 meh ceza birî. Di danişişîna dozê de bersûc Ridvan O. û parêzerê bersûc amade bûn. Ridvan O., di danişînê de ideayên der barê xwe re red kir. Parêzerê bersûc jî beraeta muvekkilê xwe xwest. Dozger jî bi sedema bersûc li ser hev dest dirêjî zarokan kiriye û kes ji hurriyeta wan bêpar hiştiye, xwest bê cezakirin.    DADGEHÊ 49 SAL CEZA BIRÎ   Heyeta dadgehê jî bi heman sedemê ji ber dest direjî zarokan kiriye bi giştî 49 sal û 2 meh ceza birî.