Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire 2020-12-08 11:29:58 ÊLIH – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku îqtîdar di bûyera destdirêjiyê ya li Kercewsê de bi ferasetek redkarî nêz dibe û ew ê hem li Meclîsê û hem jî di pêvajoya darizandinê de dê têbikoşin.   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran derbarê bûyera destdirêjiya li ser zaroka keç a 15 salî ku li navçeya Kercewsa Êlihê pêk hat axivî.   ‘LI KURDISTANÊ DESTDIRÊJÎ BI ZANEBÛN TÊ KIRIN’   Başaran destnîşan kir ku li herêmên şer polîtîkaya destdirêjiyê û tacîzê û tundiyê bêtir di dewrê de ye û got: “Polîtîkaya li Kurdistanê tê birêvebirin divê cuda were nirxandin. Çimkî destdirêjî paryeçek ji şer e. Dixwazin destdirêjiyê li ser axa Kurdistanê asayî bikin. Dixwazin bi vî awayî feraseta rejîma yekperest li ser me ferz bikin. Sûcên ku ji aiyê hêzên dewletê ve pêk tê ne tesadufî ne. Mînak windakirina Gulistan Dokî ne tesadufî ye. Weqayên li Mêrdîn, Şirnex, Wanê ne tesadûfî ne.”   ‘SOYLÛ JINAN HEDEF DIDE NÎŞANDAN’   Başaran anî ziman ku vê rêbaza bêexlaqiyê li gelek deverên cîhanê heye lê li Tirkiyê zêdetir e û dixwazin li Kurdistanê jî bi vê rêbazê civakê teslîm bigirin. Başaran got Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû çawa ku di bûyera Îpek Er de xwedî li tecawizkar derketiye û jinan hedef nîşan daye div ê bûyera Kercewsê de jî Soylû xwezî li tecawizkaran derket û jinan û kesên bertek nîşanî bûyerê dane hedef nîşan daye. Başaran da zanîn ku pêşengên civakê jin her tim dibin armanca zext û êrişan û got: “Em jî dibêjin heke jin hebin demokrasi heye. Heke jin azad bin wê civak azad be û li pêş bikeve. Ji ber vê yekê jî jin her tim di hedefe de ne.”   ‘HEWLD DIDIN SER MESELEYÊ BIGIRIN’   Başaran destnîşan kir ku biryara nepenkirin ango veşartina naveroka dosyeya bûyera li Kercewsê hewldana niximandina bûyerê ye û got: “Ji ber biryara nepen danîne ser dosyeyê parêzer nikarin xwe bigihînin dosyeyê. Ji ber qedexekirina weşandina nûçeyan rojnamevan nikarin lêkolîn bikin. Ji kêliya bûyer derketiye holê ve îqtîdar bi ferasetek redkarî nêz dibe. Îqtîdar heke bûyerekê ji kêliya ewil ve red bike, di wir de bûyerek mezin heye. Dema wisa dibe jî jinên ku li dijî vê dengê xwe bilind dikin jî dibin hedef. Di derbarê yên bûyer derxistine holê de lêpirsîn tê destpêkirin. Tişta ku divê îqtîdar bike ne binçavkirina kesên bertek nîşanî bûyer didin, qedexekirina nûçeyê, qedexeya weşanê anîn û tehdîtkirina nûçegihan e. Tişta ku divê were lazim e ev bûyera kirêt were ronîkirin.”   ‘EM Ê BÛYERÊ BIŞOPÎNIN’   Başaran destnîşan kir ku çawa ku wan dest ji bûyera Îpek Er bernedane wê dest ji bûyera Kercewsê j3i bernedin û got: “Em ê serî ji tehdîtan re netewînin. Em ê dev ji agahdarkirina raya giştî bernedin. Em ê dest ji têkoşîna xwe berendin. Çi ji destê me were em ê bikin. Em ê hem li meydanan, hem li Meclîsê û hem di pêvajoya darazê de bibin şopdarê vê bûyerê. Em bang li gelê xwe jî dikin ku li dijî van polîtîkayên şer derkevin û xwe birêxistin bikin. Wexta em dengê xwe dernexin wê ser her meseleyê were girtin.”   MA / Fethî Balaman