Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê 2020-12-08 11:09:31   HATAY - Rêxistina HDP’ê ya Hatayê, ji ber zêdebûna mirinên bi vîrûsa coronayê bi şertê pêwistiyên gel werin pêşwazîkirin ji hikumetê re pêşniyara 3 hefte girtinê kir.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, di daxuyaniya 5’ê Kanûnê de, diyar kiribû ku di nava hefteyekê de li Edene, Mersîn, Samsûn, Kastanmonû û Hatayê hejmara pêketiyan û rêjeya tejîbûna lênêrînên awarte zêdebûye û banga li gorî tedbîran tevgerînê kiribû. Li gorî daneyên Koca parvekiribûn li Edeneyê hejmara pêketiyan ji sedî 50 û ya rêjeya tejîbûna lênêrîna awarte ji sedî 79, li Mersînê pêketî ji sedî 50 û rêjeya tejîbûna lênêrîna awarte ji sedî 74, li Samsûnê pêketî ji sedî 35 û rêjeya tejîbûna lênêrîna awarte ji sedî 81, li Kastamonûyê pêketî ji sedî 50 û rêjeya tejîbûna lênêrîna awarte ji sedî 74, li Hatayê jî, hejmara pêketiyan ji sedî 125 û rêjeya tejîbûna lênêrîna awarte gihişt ji sedî 86’ê.    Ji ber xeteriya li bajêr her ku diçe zêde dibe, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hatayê Aysel Eşiyok û Kerem Nalbant daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniya ku bal kişand li ser daneyên wezaretê de, hat diyar kirin ku nexweşên covîd-19’ê terkî qedera xwe hatine kirin û ji ber vê yekê her ku diçe mirin zêde dibin.    ‘BÊ SAMÎMIYETÎ’   Di berdewamiya daxuyaniyê de biryar girtina hefteyekê ya kargehên girêdayî odeyên bazirganî û odeyên borsayê bê samîmiyetî hat bi nav kirin û ev tişt hatin gotin: “Van saziyan bang li Pergala Qesrê ya ku ji 156 dewlet û 9 saziyên navnetewî re alîkarî kir ku alîkariya dikandaran bike? Di demekî wisa de dewlet û derdorên bi aboriyê re eleqedar dibin piştevaniyê nekin wê kengî bikin? Berpirsyariya me ye ku em bêjin hikumet nikare vê pêvajoya zehmet bi rêve bibe. Pêvajoya pandemiyê êdî bi polîtîkayên pandemiyê bi rêve naçin.”   Hevserokan, di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku ji bo êdî zêdetir windahî çênebin, bi şertê pêwîstiyên gel werin pêşwazîkirin divê 3 hefteyan girtinek çêbibe û ji rayedaran re banga berpirsiyartiya xwe bi cih anînê, kirin.