Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne 2020-12-07 16:40:37   ENQERE - TTB, xwest ku gel jî tevlî bernameya rêzgirtinê ya ji bo hevpîşeyên xwe yên ku ji ber covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan pêk bînin, bibe.   Yekitiya Tabibên Tirk (TTB), bi daxuyaniyekê aşkera kir ku wê ji bo hevpîşeyên xwe yên ku ji ber covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan hin çalakiya li dar bixin.    TTB’ê bi bîr xist ku 8 meh e pandemî nehatiye kontrolkirin û wiha got: “Em her roj bi agahiyên mirina hevpîşeyên xwe diqehirin. Em bi mirina Dr. Adnan Çetîn û Dr. Umît Erdem a bi covîd-19’ê gelek xemgînin. Em ê li pêş saziyên ku Dr. Çetîn û Erdem lê dixebitîn bernameya rêzgirtinê pêk bînin. Em diwazin ku welatî jî tevlî bernameyê bibin."   Cih û dîrokên ku rêz girtin lê were kirin wiha ne:    “Ji bo Dr. Umît Erdem wê roja sêşemê saet di 10.30’an de li pêş Navenda Tipê ya Şehzadebaşi ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) were kirin. Tê payîn ku Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû û xebatkarên şaredariyê jî beşdarî bernameyê bibin.   Ji bo Dr. Adnan Çetîn jî wê roja sêşemê saet di 12.30’an de li pêş Serbijîjkiya Nexweşxaneya Bajêr a Sakûra û Çam a Başakşehîrê were kirin."