'Walî û Midûriyeta Polîsan a Şirnexê wekî partîzanên AKP'ê tevdigerin' 2020-12-04 09:15:18 ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê beriya niha çalakî û xebatên HDP'ê ji ber qedexeyên walitiyê dihatin qedexe kirin, lê belê niha ji bo astengkirina çalakiyan, şewba Covîd-19'ê wekî hincet tê nîşandan. HDP'yîyan nerazîbûna xwe ya di vî warî de anîn ziman û gotin: "Li Şirnexê ji xeynî AKP'ê kes nikare tiştekî bike. Waliyê Şirnexê wekî serokê AKP'ê tevdigere."  Walîtiya Şirnexê her 15 rojan carekê hemû çalakî û daxuyanîyênsaziyên sivîl û rêxistinên demokratîk qedexe fike. Heta niha ji bo astengkirina çalakiyan qedexeyên walîtiyê dihatin nîşandan, lê belê niha şewba Covîd-19'ê wekî hincet tê nîşandan. HDP'yîyên ku nikarin li ber deriyên avahiya partiya xwe jî daxuyaniyan bidin û çalakiyan li dar bixin, nêrazîbûn nîşanî van astengiyan dan û bilêv kirin ku qedexe tenê ji AKP'ê re derbasdar nîn in.   'WALIYÊ ŞIRNEXÊ WEKÎ SEROKÊ AKP'Ê DIXEBITE'    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê  Sabahattîn Denîz, anî ziman ku li Şirnexê ji xeynî AKP'ê çalakiyên hemû partî û saziyan qedexe ne û wiha axivî: "Di her rojên pencşemê de baskên jinan a AKP'ê komek jin kom dike û ji avahiya şaredariyê heta li ber avahiya me dimeşin û li ber avahiya me daxuyaniyê didin. Di vê meşê de polîs jî cih digirin û piştgiriyê didin vê meşê. Lê em bixwe jî nikarin li ber avahiya xwe daxuyaniyekê bidin. Dema ku em daxuyaniyekê didin jî em tên astengkirin û derdora me ji aliyê bi sedan polîsî ve tê dorbeçkirin. Walî û Midûriyeta Polîsan a Şirnexê wekî partîzanên AKP'ê tevdigerin. Lê li hemberî qedexeyên wan em serê xwe natewînin û li dijî hemû astengiyan em daxuyanî û çalakiyên xwe pêk tînin. Berê ji bo astengkirina çalakî û daxuyaniyên me qedexeyên walitiyê wekî hincet dihatin nîşandan, lê niha nexweşiya koronayê hincet tê nîşandin. Tu partî bi qasî me li gorî tevdîrên pandemiyê tevnagere. Li Şirnexê ji xeynî AKP'ê kes nikare tiştekî bike. Waliyê Şirnexê wekî serokê AKP'ê yê navendê dixebite. Daxwaziya me ji gel ew e ku li dijî van qedexeyan piştgiriyê bidin me."    'XEBATÊN JINAN TÊN ASTENGKIRIN'   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Aksû jî bal kişand ser astengkirina çalakiyan. Aksû, diyar kir ku li bajêr herî zêde xebatên jinan tên astengkirin û wiha got: "Bi salan e xebat û çalakiyên me tên sekinandin. Lê tu caran bi qasî van salan xebatên me nehatibûn astengkirin. Di bin navê "ewlehiyê" de dibêjin ku derketina ji derve qedexe ye. Lê her pêncşem, komekê berhev dikin û tînin ber deriyê me. Bi van çalakiyan partiya me û xebatên me terorîze dikin. Polîsên ku êrîşên me dikin û me asteng dikin vê komê diparêzin û ji bo çalakiyên wan destûrê didin. Dema ku em dixwazin derkevin derve wekî hincet nexweşiyê nîşan didin. Li hemberî nexweşiyê herî zêde em parastina xwe û gelê xwe dikin. Xebatên kampanyaya me jî tên astengkirin. Herî dawî di 25'ê Mijdarê de me xwest bi çalakiyekî balê bikişînin li ser tundiya li dijî jinan, lê mixabin derdora me hat dorbeçkirin. Lê ew çi bikin, bila bikin ew ê nikaribin xebatên me bidin sekinandin. Walî waliyê AKP'ê ye. Em ê her tim li cem jinan bin û di nava gelê xwe de bin. Ew ê nikaribin hevdîtina me ya bi gelê me re asteng bikin."   'MAFÊ ME YÊ HERÎ REWA TÊ QEDEXEKIRIN'   Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Gûler Tunç jî destnîşan kir ku bi astengiyan dixwazin hevdîtinên HDP'ê yên bi gel re qut bikin û got: "Li Şirnexê bi dehan partiyên siyasî hene lê dengê ku HDP li Botanê derdixe ev partî gişt dernaxin. HDP'ê tu caran li Botanê wenda nekiriye. Ji ber vê jî hedef digirin û êrîş dikin. Mafê me yên herî rewa tên qedexekirin. Nahêlin ku em mafê xwe yê herî demokratîk pêk bînin. Ev demeke qedexeyên walitiyê tune ne, lê nahêlin ku em çalakiyan û daxuyaniyan li dar bixin. Saetekê em muzakereyan dikin, heta ku dihêlin em daxuyanî bidin. AKP kongreyên xwe dike û çi bixwaze dike, lê ji me re qedexe ye. Mirov dibêje qey korona tenê bi HDP'e ve girêdayiye. Ev qedexe ye û astengî ye, netehemûlkirina HDP'ê ye. Em di hêla huquqî de jî van tiştan tînin ziman. Lê em ê kê gilî kê bikin? Em dev ji têkoşîna xwe bernedin û em ê heqê xwe yê rewa pêk bînin."    MA / Zeynep Dûrgût