Parlementer Gulum: Girtîgeh veguherîne malên komkujiyê 2020-12-04 09:07:36   STENBOL - Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum, destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne "malên komkujiyê" û xwest girtiyên nexweş rojek berî rojekê bên berdan.    Ji roja ku şewba Covîd-19'ê belav bûye heya niha herî zêde girtîgeh bandor ji vê yekê girtine û piştî şewbê binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne. Her wiha ji roja ku şewb belav bûye heya niha 21 girtî jiyana xwe ji dest dane. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne "malên komkujiyê" û xwest rojek berî rojekê girtiyên nexweş bên berdan.   BINPÊKIRINÊN MAFAN    Gulum, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bibîr xist û got: "Li girtîgehan pirsgirêka sereke tecrîda li ser girtiyên siyasî ye."    Gulum binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha rêz kir: "Girtiyên siyasî di hucreyên yek kesî de dimînin. Pêkanînên odeyên bisînger hene. Gardiyan îşkence û tahdê dikin. Nexasim jî di dema pandemiyê de xwarina wan nebaş e û cihê lê dimînin ne paqij e. Amûrên paqijiyê pir biha difiroşin. Bi awayekî kêfî cezayên dîsîplînê dibirin. Nameyên ji girtiyan re tên şandin nadin wan. Li qawîşên qelebalix cihê razanê tune ye. Pirtûk, kovar û rojnameyan nadin wan. Mafê sohbetê, werzîş û çalakiyênn çandî tê binpêkirin. Kalorîferan vênaxin. Pêdiviyên zarokên li cem dêyên xwe dimînin peyda nakin. Serdêr bi muameleyên xirab re rû bi rû dimînin. Pirî caran mafê serdanê tê binpêkirin. Lêgerîna tazî tê ferzkirin. Kamera li cihên mahrem hatine bicihkirin. Ser hewadariyan bi têlan hatiye girtin."    ‘VEGUHERÎNA MALÊN KOMKUJIYÊ'    Gulum, girtîgeh wekî "malên komkujiyê" pênase kirin û destnîşan kir ku tedawiya girtiyên nexweş bi derengî tê xistin, di pêvajoya pandemiyê de baş li wan mêze nakin, muayeneya bi awayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin, dermanên wan nadin wan, wan sewqî nexweşxaneyê nakin û pêdiviyên girtiyên astengdar nayên peydakiirin û bi ser de jî girtiyên siyasî bi îşkence û tahdeyê re rû bi rû dimînin.    ASTENGKIRINA MAFÊ JIYANÊ    Gulum, destnîşan kir ku îqtidar bi girtîgehan civakê çavtirsandî dike û vê yekê wekî amûrekê bi kar tîne û got: "Li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê girtiyê nexweş Takiyettîn Ozkahraman ê 75 salî piştî rakirin nexweşneyê bi rojekê jiyana xwe ji dest da. Li heman girtgehê Alî Boçnakê 80 salî nexweş bû lê bernedan û jiyana xwe ji dest da. Tevdîrên ku îqtidar nagire, jiyana girtiyan ji dest wan digire."    BANG LI ÎQTIDARÊ KIR    Gulum, ji bo ev pêkanînên ku rûmeta mirovahiyê binpê dikin bi dawî bibin, bang li îqtidarê kir û got: "Îqtidar divê dev ji vê helwesta xwe ya dijminane berde û rêzê nîşanî mafên mirovan bide. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."