Îlhan:Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda ne 2020-12-04 09:05:21 STENBOL - Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistana Federe û Şengalê, perçeyên heman konseptê ne û got: "Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda û bêstatukirina kurda ye."     Piştî ku rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya di destê PDK'ê de ye, hêzên eskerî li Zînê Wertê, Garê û Metînayê bicihkirin rageşiya li herêmê jî zêde bû. Her wiha di heman çarçoveyê de hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK'ê di 9'ê Cotmehê de "Peymana Şengalê" îmze kiribûn. Piştî vê peymanê zêdetirî 8 hezar esker sewqî herêmê hatibûn kirin. Piştî peymanê hikûmeta Iraqê xwestibû Navendên Asayîşê yên Êzidî bigire. Lê belê Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di 1'ê Kanûnê de daxuyanî dabû û bertek nîşanî vê biryarê dabû. Êzidiyên ku li ber navendên asayîşê yên Êzidxanê yên li Şengal, Sinûnê û Xanesorê kom bûn, nerazîbûna xwe nîşanî biryarên Iraqê dan. Piştî vê rayedarên iraqî û heyeta êzidiyan cardin hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê rayedarên iraqî qebûl kirin ku dê navendên asayîşê yên Êzidxanê yên li Şengal, Sinûnê û Xanesorê neyên girtin.    Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan  diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistana Federe û Şengalê, perçeyên heman konseptê ne û got: "Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda û bêstatukirina kurda ye."    ÊN SÛDÊ JI KRÎZÊ DIGIRIN    Îlhan, anî ziman ku êrîşa DAIŞ'ê ya sala 2014'an cerbinadina ewil a komkujiyê bû li Kurdistana Federe û di Peymana Şengalê de paya Tirkiye, DYA û dewletên Ewropayê heye. Îlhan, destnîşan kir ku hêzên global û herêmî polîtîkaya "li herêmê bi afirandina şer û pevçûnan krîzê çêdikin û bi vê krîzê berjenwendiyên xwe diparêzin" esas digirin û bi vê peymanê dixwazin li Şengalê pergala ku di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de hatiye avakirin tune bikin û êzidiyan cardin bi fermaneke nû re rû bi rû bihêlin.    Îlhan, anî ziman ku ji ber xweparastina Şengalê tune bû, fermana 2014'an çêbûye û got: "Kesên diviyabûn Şengalê biparêzin, paş ve vekişiyan. Lewma civaka êzidî bi fermana 74'an re rû bi rû ma.Şengala birîndar ji xweliya xwe afirî. 6 sal in bi awayekî xweser bi vîna xwe û hêza xwe pergalek ava kirine. Hem êzidî hem jî dostên wan nerazîbûneke mezin nîşanî vê peymanê dan. Peyman ji bo bêvînkirina civaka êzidî, ji bo teslîmgirtina civaka êzidî û ji bo berjewendiyên xwe û ji bo fermanên nû hat îmzekirin. Di çarçoveya planên hikûmeta navendî ya Iarqê, lîstikên PDK'ê û nexasim jî planên Tirkiyeyê de ku dixwaze tevahiya Başûr dagir bike, tiştên awarte diqewimin."    BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ    Peymana navbirî di 9'ê Cotmehê de hatibû îmzekirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rojeke wiha de bi komployeke navdewletî ji SÛriyeyê hatibû derxistin û her wiha di rojeke wiha de li dijî Girê Spî û Serêkaniyê operasyon hatibûn lidarxistin. Îlhan, ev tişt bibîr xistin û destnîşan kir ku peymana navbirî berdewamiya komploya navdewletî ye û bi vî awayî tê xwestin ku gelê kurd bêvîn bimîne, bêparastin bimîne û destkeftiyên wan bi temamî bên tunekirin. Îlhan bilêv kir ku divê lîstikên li ser Şengalê tên lîstin bi awayekî loqal neyên şîrovekirin, ji lewra ev yek li dijî gelê kurd û destkeftiyên wê êrîşeke topyekûn e.    ŞERÊ NAVXWEYΠ   Îlhan, derbarê tiştên li Kurdistana Federe diqewimin de jî destnîşan kir ku bi salan e polîtîkayeke ku gelê kurd bera hev bidin tê meşandin û asta ku niha ev polîtîka gihaştiye, asteke pir talûke ye. Îlhan got: "Di çarçoveya van polîtîkayan de niha li Başûrê Kurdistanê rewşeke pir talûke heye. Li Garê û Qadên Parastina Medyayê hin hêz hatine bicihkirin. Ev hêz ne girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e. Ev girêdayî PDK'ê û Serokatiya Hikûmeta Federe ne. Ev hêz jî hêzeke girfît e. Hêzeke berhevkirî ye. Bi awayekî giştî nikaribûn pêşmergeyan daxilî nav van planan bikin. Bêguman heger şerek biqewime dê bibe cihê talûkeyeke pir mezin. Dê tiştekî bi vî rengî bandoreke pir nebaş li pêşeroja gelê kurd bike."    NIKARIBÛN PÊŞMERGEYAN QANEH BIKIN    Îlhan, destnîşan kir ku hem gel hem jî gelek hêzên siyasî ji ber vê rewşê pir nerihet in û got: "PDK jî ne pergaleke yekpare ye. Lewma nikarin bigihêjin mexseda xwe. Nikaribûn bi awayekî giştî pêşmergeyan qaneh bikin ku li dijî PKK'ê şer bikin. Lewma bi hêzeke taybet ketin nav vê lîstikê. Pêşmergeyên Dêrîn ku ji bo Kurdistanê têdikoşin, ji ber vê rewşê nerihet in. Jixwe bi rêya çapemeniyê jî daxuyanî dan ku ev lîstikeke talûke ye. Daxuyandin ku di diyarkirina çarenûsa gelê kurd û di warê detskeftiyên gelê kurd de lîstikeke talûke ye."    Îlhan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji sedî 90'ê gel diyar dike ku Tirkiye dixwaze Kurdistana Federe dagir bike û got: "Tenê ne gel, hin kesên di nav PDK'ê de jî hay ji vê hene. Bêguman armanc tenê ne PKK û Şengal e. Armanc tunekirina destkeftiyên kurda û bêstatukirina kurda ye. Heger di navbera hêzên kurd de şerek biqewime, dê ev yek çi qasî karibe di qada navneteweyî de daxwazên gelê kurd berbiçav bike. Di dema Peymana Lozanê de propagandaya 'kurd eşîret in, nikarin xwe bi rê ve bibin, nikarin siyasetê bikin' hat kirin û kurd bê statu man. Ev yek kir ku sed sal ji dest me biçin. Ev sedsal jî ji serî heya binî bi berxwedan, têkoşîn û bedêlên mezin derbas bû. Mînaka Rojava; kurdan bi lehengiya xwe li seranserê cîhanê olan da. Tezên civaka azad û demokratîk ên Rêber Apo, veguherî fikreke gerdûnî. Îcar di van şert û emrcan de heger yekîtiyeke kurdan çênebe, dê çawa karibin di çarenûsa herêmê de bibin xwedî vîn."    YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Îlhan, bal kişand ser nîqaşên derbarê yekîtiya neteweyî ya kurd de jî û got: "Bêguman dê yekîtiya neteweyî pêk bê. Divê mirov ne bêhêvî be. Lê belê dê ne rihet be. Niha bi pêşengiya KNK'ê hin xebat tên kirin. Heger bi vî rengî bisînor be, dê negihê armanca xwe. Lewma divê hemû kurd û partiyên kurdan piştgiriya wê bikin. Di sedsala 21'em de ji bo kurd di qada ziman, çand, nasname, aborî, rêveberî de û li qada navneteweî bibin xwedî dîplomasî yekîtiya neteweyî şert e. Ev yekîtî divê bi her awayî pêk bê. Tenê divê ne rengek be. Di navbera rengan de divê ahengek hebe. Xebatên di vî warî de pir biqîmet in. Her diçe zêde dibin. Hêzên kurd divê heqîqetê esas bigirin û bi hev re bitêkoşin û bibin hêzeke hevpar. Helbet divê pîvanên qebûl û redkirinê yên vê yekê jî hebin. Kî bi dagirkeran re tevbigere, divê her kes li ber vê rabe. Kî ji bo berjewendiyên Kurdistanê têbikoşe divê her kes piştgiriyê bide wî. Yekîtiya neteweyî dê bi vî awayî pêk bê. Heger yekîtiya neteweyî pêk bê dê jiyaneke azad jî bê avakirin."    Îlhan bal kişand ser rewşa Rojavayê û got: "Di têkoşîna ji bo Rojavayê de yekîtiya neteweyî çêbû. Li gorên li wir biêrin, ji her perçeyî kurd hene. Gelek başûrî li wir şehîd ketin. Pêşmerge û gerîla di heman kozikan de li dijî DAIŞ'ê şer kir û şehîd bûn. Di bara gel de yekîtiya neteweyî pêk hat. Lê belê ev ne bes e. Divê ev di warê partî û sazî û dezgehan de jî pêk bê."    MA / Îdrîs Sayilgan