ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-04 09:00:05 * Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistana Federe û Şengalê, perçeyên heman konseptê ne û got: "Armanca sereke tunekirina destkeftiyên kurda û bêstatukirina kurda ye."    * Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu diyar kir ku fikirên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî ontolojiya rejîmê ne, lewma rejîm tecrîdeke giran pêk tîne û got: "Heya rejîm bi vî awayî bidome, dê tecrîd jî bidome. Şikandina tecrîda li Îmraliyê bi têkoşînê pêkan e."    *  Dilxwaza Mor Çatiyê Ozgur Sûnatay, anî ziman ku 30 sal in di warê têkoşîna jinê de têdikoşin û got: "Jin serî li me didin û biryar digirin ku jiyana xwe biguherînin. Cardin xwedî li jiyana xwe derdikevin."    * Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum, destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne "malên komkujiyê" û xwest girtiyên nexweş rojek berî rojekê bên berdan.    * Esnafên Çarşiya Sifirkaran a Sûrê, bal kişandin ser qedexeyên derketina derve, krîza aborî û pandemiyê û gotin: "Dikanên me vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne."    * Li Mêrsînê, di çarçoveya kampanyaya emndatiyê de, zêdetirî 300 kes bûn endamên HDP'ê. Hevseroka Bajêr Gulbahar Şofer got: "Çendî ku dijî HDP'ê siyaseteke tepisandinê bê kirin jî û çendî ku binçavkirin û girtin çêbibin jî, partiya me di bara gel de cihê hêviyê ye."    * Li Şirnex û navçeyên wê beriya niha çalakî û xebatên HDP'ê ji ber qedexeyên walitiyê dihatin qedexe kirin, lê belê niha ji bo astengkirina çalakiyan, şewba Covîd-19'ê wekî hincet tê nîşandan. HDP'yîyan nerazîbûna xwe ya di vî warî de anîn ziman û gotin: "Li Şirnexê ji xeynî AKP'ê kes nikare tiştekî bike. Waliyê Şirnexê wekî serokê AKP'ê tevdigere."    * Malbatên girtiyan derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de rayedar hişyar kirin ku heke daxwazên zarokên wan neyên qebûl kirin, wê li ber deriyê girtîgehan çadiran vedin û ew jî wê bikevin grevên birçîbûnê.     * Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran têkildarî gengeşiya ku li Başûrê Kurdistanê diqewime axivî û xwest ku rêveberiya Herêma Kurdistanê nebe maşeya tu dewletan û got: “Ji bo ku birêz Barzanî û kesên dora wî şerê birakujiyê bisekînin û xwîna bira neyê rijandin, me laçikên xwe yên bi rûmet avêtin erdê.”   * Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, wê li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00)    * Odeya Bijîşkên Stenbolê, ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest didin, wê li ber Nexweşxaneya Derdorê ya Şîşlî ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)     * Tevna Piştevaniya Penaberan a Wanê, wê rapora xwe ya têkildarî penaberên li Wanê jiyana xwe ji dest didin, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê li dar bixe de, ji raya giştî re aşkere bike  (13.00)   * Goç Dera Çûkûrova, wê rapora xwe ya derbarê penaberên li Wanê jiyana xwe ji dest didin de, di civîna çapemeniyê ya li avahiya Şaxa Egîtîm Senê pêk bîne, ji raya giştî re aşkere bike.(14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kadikoyê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa esnafên ji ber şewba vîrûsa koronayê tên mexdûrkirin, wê li ber avahiya navçeyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.00)