Ji kesên heqaret li Guvenê kiribûn tenê derbarê 3 kesan de îdianame hat amadekirin 2020-12-03 09:11:18 AMED - Ji kesên ku heqaret li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê kiribûn tenê derbarê 3 kesan de doz vekirin û nivîskarê Rojnameya Akîtê Ersoy Dede jî di nav de derbarê 23 kesan de jî biryara neşopandinê hat dayîn.  Lêpirsîna derbarê 26 kesên ku heqaret li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê kiribûn de, temam bû. Ev kesên navbirî ji ber axaftina Guvenê ku gotibû "Heya pirsgirêka kurd hebe, dê mirov tevli gerîlayan bibin, dê pevçûn hebin û dê şer hebe" heqaret lê kiribûn.    Derbarê rojnamevan Medîha Olgûn Bûrcû Yildirim û Yaşar Mahmût Taner de doz hat vekirin. Her wiha ivîskarê Rojnameya Akîtê Ersoy Dede ku gotibû "alçax, xaîn" û 22 kesên din de biryara neşopandinê hat dayîn.    Rojnamevan Medîha Olgûn li ser hesabê xwe yê Twîtterê “@olgun_mediha” ji Guvenê re gotibû: "Ne gerîlla, terorîst. Kesên mirovên êzingan kom dikirin kuştin ne gerîlla, terorîst in. Bala rewşenbîr û wekîlên xerbende yên gerîlahez dikişînim. Leyla Guven."    Rojnamevan Ersoy Dede jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê “@ersoydede” gotibû: "Hûn biçin ku derê cîhanê biçin, ev sûc e. Tu welatek tune ye ku mirov bi vî awayî piştgiriya terorîzmê bike. Ne DYA ne Fransa ne jî nizanim ku derê... Navê vê alçaxî ye... Îxanet e! Hadê Bulent Arinç vê yekê jî biparêze!.."    Ji xeynî van kesan gelek kesên din jî heqaret li Guvenê kiribûn. Piştî vê parêzerên Guvenê Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û giliyê van kesan kirin.    Serdozgeriyê ji bo parvekirin Ersoy Dede diyar kir ku "tu sûcî teşkîl nake" û derbarê wî de biryara nepeniyê da. Her wiha dozgeriyê ji DYA'yê nasnameya 22 bikarhênerên Twîtterê ji DYA'yê xwestiye lê belê nehatiye dayîn. Dozgeriyê derbarê van kesan de jî biryara neşopandinê da.    Dozgeriyê derbarê parvekirinên rojnamevan Medîha Olgûn û Bûrcû Yildirim û Yaşar Mahmût Taner de jî diyar kir ku heqaret hatiye kirin û derbarê wan de îdianame amade kir. Di îdianameyê de hat xwestin ku ji salekê heya 2 salan bên cezakirin.    Dadgeha Ceza ya Asliye ya 4'an a Amedê îdianame qebûl kir.