'Ciwan dê li dijî tecrîdê têbikoşin' 2020-12-03 09:10:46 STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwnan, anîn ziman ku rojeve sereke ya kampanyaya "Tevbigere" ku 5 meh li dû xwe hiştin, şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.  Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 22'yê Tîrmehê de kampanyaya "Tevbigere" dabû destpêkirin. Kampanyaya navbirî bênavber didome. Armanca sereke ya kampnayayê şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    Endamên meclîsê derbarê kampanyayê de axivîn.    ‘CIWAN TÊN PASÎFÎZEKIRIN'    Mahmût Unal got: "Ciwan tên pasîfîzekirin. Dixwazin qada liv û tevgerê ya ciwanan teng bikin. Lewma me jî kampanyay 'Tevbigere' da destpêkirin da em ciwan li dijî polîtîkaya fuhûş, tiryak û bişaftinê ya bi destê dewletê tê kirin, rabin û tevbigerin. Çi li Kurdistanê, çi li Tirkiyeyê ciwan ji çand û urf û edetên xwe tên dûrxistin."    Unal, bibîr xist ku di 5 mehên kampanyayê de çalakiyên wekî geşt, panel, meş, sohbet û atolyeyên nîqaşkirinê li dar xistine û belavok belav kirine. Unal got: "Polîtîkaya şerê derûnî ya dijî ciwanan tê kirin gihaştiye asta herî jor. Îro li hemû kuçe û kolanên Kurdistanê ciwan daxilî nav fuhûş tiryakê tên kirin. Ev jî bi destê dewletê tê kirin. Armanca me em pêşî li ber vê yekê bigirin."    'EM FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN, TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'    Unal, diyar kir ku armanceke sereke ya kampanyayê jî şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zext û zoriyên li girtîgehan e. Unal, bilêv kir ku di çalakiyên xwe yên dawî de bal kişandine ser vê yekê û di çarçoveya "Şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê" de  belavok belav kirine, pankart daliqandin û wê ji niha pê ve jî ji bo vê yekê bitêkoşin. Unal got: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li ser gelê kurd û gelên Rojhlata Navîn hemûyan tê kirin. Şikandina tecrîda li ser Ocalan, berterefkirina tecrîda li ser gelan e."    'CIWAN VEDIGERE CEWHERA XWE'    Unal, anî ziman ku çalakiyên kirin bi astengî û zextan re rû bi rû mane, lê belê cardin jî ciwan daxilî nav kampanyayê bûne û got: "Ciwanên ku pergal dixwae wan pasîfîze bike, bitepisîne û bê liv û tevger bihêle, van polîtîkayên çewsîner qebûl nakin. Me xwe gihand bi sedan ciwanan. Me dît ku pir bi xwe bawer in. Ji lewra ciwanên ziman û çanda wan hatiye bişaftin bi van çalakiyan vedigerin cewhera xwe. Lewma em ê hîn bêtir bitêkoşin."    Her wiha Unal, diyar kir ku di pêş de dê li dijî rûxandina ekolojiyê jî bibêjin "Bes e" û tevbigerin û bal kişand ser şewitandina darizandn û texrîbkirina xwezayê.    BANDORA KAMPANYAYÊ    Endama meclîsê Evîn Elîtaş jî bal kişand ser apolîtîzekirina ciwanan û anî ziman ku li dijî vê yekê divê ciwan xwe bi rêxistin bikin û serwxt bibin. Elîtaş got: "Derdora herî dînamîk û bihêz ciwan in. Armanca me em vê pergala ku dewlet li me ferz dike red bikin û ciwanên bixwe bawer û bi kêrî civakê bên biafirînin. Em bi girseyeke ciwanan ku dixwazin jiyaneke xweşik ava bikin re rû bi rû man. Kampanya bû cihê bandorên erênî."