Başaran: Pergala Îmraliyê siyasî ye, têkoşîna li dijî wê jî divê siyasî be 2020-12-03 09:09:42 STENBOL - Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku pergala li Girtîgeha Îmraliyê gefê li pêşeroja gelan dixwe û got: "Ev pergal, bi her awayî pergaleke siyasî ye. Têkoşînên li dijî vê jî divê ne hiqûqî, siyasî bin."  Li Girtîgeha Îmrali ya Tîpa F'yê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe. Herî dawî di 23'yê Îlonê de 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn. Ji ber ku tecrîda navbirî bandorê li tevahiya civakê dike, Kongreya Civak Demokratîk (KCD), Tevgera JinêN azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2'yê Cotmehê de li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan û kampanyaya "Em bibin yek, tecrîdê bişikînin û azad bibin" dan destpêkirin.    Parlementera HDP'ê Ayşe Cara Başaran, tecrîdê nirxand.    BI HIQÛQÊ NAYÊ PÊNASEKIRIN    Başaran, destnîşan kir ku li Îmraliyê pergaleke xweser heye û got: "Em nikarin bibêjin li Îmraliyê rejîmeke hiqûqî heye. Pergaleke ku ji qanûnên neteweyî û navneteweyî hatiye îzolekirin heye. Mafên her girtiyî hene. Her kes li gor wexteke diyarkirî divê bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Lê belê ev yek li Îmraliyê tune ye. Pergala li Îmraliyê hatiye afirandin, niha tê xwestin li tevahiya girtîgehan pêk bê. Heger em di çarçoveyeke hiqûqî de nêzî pergala Îmraliyê bibin, em ê xwe bixapînin. Ev pergal, bi temamî pergaleke siyasî ye û têkoşîna li dijî vê jî divê ne hiqûqî, siyasî be."    NÊZÎKATIYA CPT'YÊ    Her wiha Başaran bal kişand ser nêzîkatiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya ji bo tecrîdê jî û piştî raya giştî bertek nîşan dide CPT diçe Îmraliyê, lê belê tiştên li vê derê dike rapor pir dereng bi raya giştî re parve dike. Başaran, bal kişand ser rapora dawî ya CPT'yê ku piştî serdana xwe ya 2019'an amade kiribû dû re bi raya giştî re parve kiribû. Başaran, bilêv kir ku ev rapor girîng e, lê belê kêm e, ji lewra Ocalan ne miroveke jirêzê ye, lewma divê şopdarê tespîtên derbarê tecrîdê de hatine kirin be û şopdarê pêşniyarên xwe be ku li Tirkiyeyê kirine.    BANDORÊN TECRÎDÊ    Başaran, destnîşan kir ku tecrîd wekî zext û zorî li gelê kurd û hêzên demokrasiyê vegeriyaye û got: "Li hundir gelek binçavkirin, girtin, îşkence û binpêkirinên mafên pêk tên. Li derve jî polîtîkayeke belavbûyînê esas tê girtin. Piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, li Başûrê Kurdistanê jî êrîş pêk tên. Armanc tepisandin û fetisandina Paradîgmaya Neteweya Demokratîk e ku Birêz Ocalan li dijî feraseta neteweya tekparêz berpêş kiriye."    BANGAWAZΠ   Başaran, derbarê kampanyaya ku dane destpêkirin de jî got: "Em dibînin ku li 4 perçeyên Kurdistanê û Ewropayê piştgiriya ji bo kampanyayê heye. Ji lewra em giş tên tecrîdkirin. Ev îşkence demildest divê bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe. Wekî din tu çare tune ye. Divê her kes li dijî tecrîdê gavina bavêje û dengê xwe bilind bike. Pêşeroj û hêviya ji bo aştiyê ya geln Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Jiyana hevpar a li Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Lewma divê her kes li dijî tecrîdê helwesteke hevpar nîşan bide."    MA / Erdogan Alayûmat