Rojnamevan Çetîn: Dema ku DYA'yê dabû Tirkiyeyê qediya 2020-12-03 09:09:39 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan Dogan Çetîn, diyar kir ku rageşiya di navbera PDK û PKK'ê de jî di nav de hin geşedanên li Iraq û Sûriyeyê berhema taktîka "pirsgirêkê biafirîne, li dor maseyê be" ya Tirkiyeyê ye û dema ku DYA'yê di vî warî de heya meha mijdarê dabû Tirkiyeyê tije bûye.  Ev çend meh in rageşiya li Herêma Kurdistana Federe, her diçe gurtir dibe: Ambargoya li ser Kampa Mexmûrê ku ji Tîrmeha 2019'an ve hatiye danîn û hîn jî didome, peyaman Şengalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Kurdistana Federe de û operasyonên Tirkiyeyê yên dijî PKK'ê û têkildarî van operasyonan li gelek deveran bicihkirina hêzên eskerî, yên li deverên ku gerîlayên PKK'ê lê ne. Çendî ku piştî peymana di navbera Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê û rayedarên Iraqê de krîza li Şengalê sekinîbe jî, lê belê hîn jî xetereya ku di navbera hin hêzên girêdayî pêşmergeyan ku PDK'ê ew ji Sûriyeyê anîne û PKK'ê de şerek biqewime heye.    Rojnamevan Dogan Çetîn ku geşedan û qewimînên li Sûriye û Iraqê ji nêz ve dişopîne, geşedanên dawî yên derbarê herêmê de nirxandin.    Çetîn, anîn ziman ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên derbarê her du welatan de û gavên di vî warî de tên avêtin di Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a Sala 2014'an de, biryara wan hatiye girtin û piştî piştgiriya DYA'y ev plan sînor derbas kirine. Çetîn, bilêv kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmê salek e pir zêde bûne û li Sûriye û Iraqê di vî warî de gelek tawiz dane hêzên navdewletî yên wekî DYA û Rûsyayê û ji ber ku destûr ji van hêzan girtiye hema bibêje hemû derfetên xwe seferber kiriye.    Lê belê li gor Çetîn, muhleta ku hêzên navdewletî di vî warî de daye Tirkiyeyê tije bûye.    MUHLET TIJE BÛ, PLAN HAT PÛÇKIRIN    Çetîn anî ziman ku Tirkiye wekî bixweza bigihê tiştekî di vê muhleta hatiye diyarkirin de hemû xetere girtine ber çavan û xwestiye tevgera azadiyê ya Kurd tasviye bike. Çetîn, diyar kir ku ev polîtîkaya Tirkiyeyê û polîtîkaya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA'Yê James Jeffery gihaştine hev. Çetîn, bilêv kir ku heya orta meha Mijdarê muhlet û piştgirî dabûn Tirkiyeyê, lê belê muhleta hatiye dayîn tije bûye û berxwedana PKK'ê ya li hemberî êrîşan û encama hilbijartina DYA'yê plana heyî pûç kirine û dibe ku rewşa li herêmê demek şûnde biguhere.    Çetîn, destnîşan kir ku ji ber ku pevçûn, dorpêçkirin û amadekariyên li herêmê hemû di nav hev de ne, Tirkiye hîn jî bi îhtimala ku di konjuktura nû de vê plana xwe bidomîne, vê yekê di rojeva xwe de dihêle û gefan li herêmê dixwe.    ‘PDK, KOPYEYA AKP'Ê YE'    Li gor Çetîn, PDK ne ji emcbûrî bi Tirkiye, DYA û hêzên din ên li herêmê tev digere, bixwe ev yek hilbijartiye. Çetîn, anî ziman ku ji lewra hin kesên di nava PDK'ê de dixwazin PKK bê tasfiyekirin û got: "Ji lewra ji roja roj de têkiliyên stratejîk ên PDK bi Tirkiyeyê re hene. Pir angajeyî Tirkiyeyê bûye û pir niakre bêyî wê hereket bike. Malbata Barzanî jî wisa ye. Di warê aborî de têkiliyên wan ên qirêj bi Tirkiyeyê re hene. Bala we bikişînim, PDK'ya ku bûye kopyeya AKP'ê, Başûrê Kurdistanê jî kiriye kopyeya Tirkiyeyê. Gelek tiştên wekî hev diqewimin. Li Tirkiyeyê çawa ku AKP li dijî têkoşîna demokrasiyê ya tevgera azadiyê ya kurd tev digere, PDK jî ditirse ku di çarçoveya yekîtiya neteweyî de demokratkbûyînek çêbibe. Lewma li dijî vê tevdigere."    STRATEJIYA TIRKIYEYÊ    Çetîn, anî ziman ku tiştên diqewimin dema qewimîna wan jî girîng e. Çetîn, diyar kir ku PDK'ê qaneh kirine ku dê tevgera azadiyê ya kurd bê qedandin, lewma ew jî bi vî awayî difikire ku dê pirsgirêkên xwe yên navxweyî û pirsgirêkên bi hikûmeta Iraqê re ji nû ve sererast bike û otorîteya xwe ya her diçe qels dibe xurt bike.    Çetîn, destnîşan kir ku rageşiya hatyiye çêkirin divê tenê wekî rageşiyeke di navbera kurdan de neyê dîtin û ev rageşî di çarçoveya plana Tirkiyeyê de ye ku Tirkiyeyê li konjuktura navdewletî ferzkiriye. Çetîn, anî ziman ku Trkiye vê yekê bi stratejiya "pirsgirêkê biafirîne, li dor maseyê be" dike û vê maseyê jî li ser asasên dijminatiya bi kurdan re bi kar tîne.    ‘PÊNGAVA DÎPLOMASIYÎ YA LI DIJÎ PKK'Ê'    Çetîn, li gor van qewimîn û geşedanên rû didin çavdêriyên xwe yên derbarê Herêma Kurdistana Federe de jî bi vî rengî anîn zimên:    “Plan û êrîşên bi tevkariya Tirkiyeyê tên kirin didomin. Derdoreke di nav PDK'ê de hîn jî dev ji vê bernedaye. Lê belê hinekî bi fikar û biendazeyî. Yan na bi awayekî pir aşkere dikarim bibêjim ku heger îhtimala guherandina hin geşedanên li herêmê tune bûya, niha ev kesên di nav PDK'ê de ku em behsa wan dikin, ji zû de dest bi êrîşan kiribûn. Her wiha PDK, di dema şer de ji nav hêzên li herêmê ji xwe re li hevakrekî digere. Mesûd û Mesrûr Barzanî li DYA û gelek welatên Ewropayê "pêngava dîplomasiyê ya li dijî PKK'ê' dane destpêkirin. Nexasim jî piştî ku Belçîkayê qedexeya li ser PKK'ê rakir, Tirkiye bi fikar temaşe dike. Her hal ji vê yekê tirsiyaye ku, li Başûr wê û PDK'ê ev pirsgirêk danşne ser maseyê. Piştî vê li DYA û Ewropayê ev pêngava li dijî PKK'ê dest pê kiriye."    'LI GOR KONJUKTURÊ DÊ HIN TIŞT DIYAR BIBIN'   Çetîn, ji bo pirsa ku dê hevdîtinên yekîtiya neteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin pêşî li ber vê yekê bigire yan na jî, anî ziman ku bawer nake ku dê yekîtiya neteweyî çêbibe û sedema wê jî bi vî awayî bilêv kir: "Ji lewra ENKS bi neyta çareerkirinê nêzî pêvajoyê nabe."    Çetîn got: "ENKS, Tirkiyeyê aniye ber maseya kurdan. Tirkiye bi destê ENKS'ê rola tasfiyekirinê dilîze."    ‘DÊ TAKTÎKA TIRKIYEYÊ BI SER NEKEVE'    Çetîn, destnîşan kir ku dê bi rêveberiya Bîden re taktîka Tirkiyeyê ya "pirsgirêkê biafirîne, li dor maseyê be" nedome û Tirkiye ji bo careke din muhletê û toleransê ji rêveberiya DYA'yê bixwaze dê gelek tiştan bide.      MA / Ahmet Kanbal