ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2020'AN 2020-12-03 09:00:29   * Rojnamevan Dogan Çetîn diyar kir ku rageşiya di navbera PDK û PKK'ê de jî di nav de hin geşedanên li Iraq û Sûriyeyê berhema taktîka "pirsgirêkê biafirîne, li dor maseyê be" ya Tirkiyeyê ne û muhleta ku DYA'yê di vî warî de heya meha Mijdarê daye Tirkiyeyê tije bûye.    * Li Girtîgeha Sêrtê rewşa girtiyên nexweş Dûrî Kaygûsû û Kadriye Cengîz nebaş e. Malbatên wan xwestin xizmên wan bên berdan. Parêzer Mûharrem Şahîn jî nexasim girtiyên jin ji ber hin nexweşên nûser, mecbûr dimînin li hemberî gelek pirsgirêkan li ber xwe bidin.    * Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku pergala li Girtîgeha Îmraliyê gefê li pêşeroja gelan dixwe û got: "Ev pergal, bi her awayî pergaleke siyasî ye. Têkoşînên li dijî vê jî divê ne hiqûqî, siyasî bi   * Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê li hev kom bibe. Dê li ser navê karkeran Turk-Îş û nûnerên dewletê li hev kom bibin. Lewma nûnerên partiyên siyasî, bang li Turk-Îş'ê kirin helwesta wê, helwsteke li gor şert û mercên jiyana xebatkaran be.    * Endamên Meclîsa Ciwnan, anîn ziman ku rojeve sereke ya kampanyaya "Tevbigere" ku 5 meh li dû xwe hiştin, şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    * Ji kesên heqaret li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê kiribûn derbarê 3 kesan jê de doz vekirin û nivîskarê Rojnameya Akîtê Ersoy Dede jî di nav de derbarê 23 kesan de jî biryara neşopandinê hat dayîn.    * Li Osmaniyeyê derbarê 45 endamên HDP'ê de bi hinceta di dema protestokirina binçavkirina Hevserokên HDP'ê yê Bajêr de "mesafeya fizîkî" binpê kirine 139 hezar û 500 TL cezayê pereyî hat birîn.    * Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlût a ku 16 carin bi îşkenceya binçavkirinê re rûbirû dimîne, got: "Ligel 16 car binçavkirinê, 50 lêpirsîn derbarê min de hat vekirin. Ev zilm û zordariye. Ew ê bi vê zilma xwe bin bikevin û em ê jî bi siyaseta xwe ya meşrû ser bikevin.   * Rojnameya Yenî Yaşamê di 26'emîn slavegera nombekirina Rojnameya ozgur Ulkeyê de li ber avahiya kev a rojnameyê ya li Kadirgayê û li ser gora Ersîn Yildiz bernameyên bîranînê pêk bîne. (11.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'êAyşe Acar Başaran, derbarê rojeva jinan de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapameniyê li dar bixe. (11.00)   * Platforma di Îstihdamê de Mafê Astengdaran, ji ber Roja Astengdaran a Cîhanê dê li Parqa Meclisê derbarê pirsgirêkên lezgîn ên astengdaran û pêşniyarên çareseriyê daxuyanî bide. (11.00)   * Danişîna doza rêveberên rojnameya Ozgur Gundemê ku hatiye girtin Reyhan Çapan û Huseyîn Aykol û nivîskarên rojnameyên Îslam Tuner, Lutfî Yavûzaslan, Methî Kaya, Hasan Başak û Kemal Yakût wê li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê ku ji Komîsyona Kedê Berpirsyar e Şaziye Kuse, derbarê hevdîtinên Mûçeya Kêm de li HDP'a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (13.00)