Li Şirnexê 7 kes serbest hatin berdan 2020-12-02 20:20:35   ŞIRNEX - Li Şirnexê Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 7 kes serbest hatin berdan.   Duh serê sibehê polisan li navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex, Silopiya, Qileban û Elkê bi ser malan de girtibûn. Di avêtina ser malan de Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 23'ê kes hatibûn binçavkirin.   Hevşaredar Berîvan Kûtlû jî di nav de iro 7 kes piştî ifadeya li Midurıyeta Polîsan a Şirnexê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê 7 kes sewqî dadgehê kirin. Lê belê dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat her 7 kes berdan.    Navê kesên ku hatine berdan ev in: Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a bajêr a berê Ayşe Atay, Hevseroka HDP'ê ya Sîlopiyê ya berê Aycan Azma, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î Asûman Kulter, Rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinc, Endamê KCD'ê yê berê Alî Guven, Endamê KCD'ê Abdullah Acar.