Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê 2020-12-02 16:07:27   COLEMÊRG – Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, yekitiya neteweyî xwestin û li dijî şerê birakujiyê laçikên xwe avêtin erdê.   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, derbarê gengeşiya li başûrê Kurdistanê, li avahîya HDP’ê ya Geverê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê dayikan Gulçîn Karabûrk axivî û diyar kir ku ew aştî, biratî û aramiyê dixwazin û wiha got: “Em li vir bangî Mesût Barzanî dikin; bi destê birayên xwe bigire dawî li şer bîne. Tu feydeya şer ji kesî re tuneye. Li kudera dinyayê şerê biratiyê hatiye dîtin. Feydeya dijminahiyê ji tu kesî re tuneye. Em teqez destûr nedin vî şerê birakujiyê. Heta ku em hebin em ê ji bo aştiyê têbikoşin.”   Piştî daxuyaniyê dayikan laçikên xwe avêtin erdê û peyamên ku dê destûr nedin şerê birakujiyê dan.