Li Dersimê rêya 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin 2020-12-02 13:47:56   DERSIM – Li Dersimê ji ber barîna berfê rêyên 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin.    Li navenda Dersimê û deverên bilind ên bajar berfeke zêde dibare. Ji ber barîna berfê li Pulurê 32, li Xozatê 19 û li Pîlemûriyeyê jî 5 bi giştî rêyên 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Komên paqijkirina rê xebatên vekirina rêyên gundan dan destpêkirin.