Siyasetmedar Celal Yoldaş hat berdan 2020-12-02 11:54:03   AMED - Siyasetmedar Celal Yoldaş ê bi îdiaya “endamê xeyrî fermî” yê Komeleya Jinan a Rosayê ye ku hatibû girtin, di danişîna îro de hat berdan.   Rêveberê DBP’ê Celal Yoldaş di çarçoveya lêpirsîna li ser Komeleya Jinan a Rosa de bi îdiaya “endamê xeyrî fermî yê komeleyê” hatibû girtin. Danişîna duyem a doza derbarê Celal Yoldaş de li Dadgeha Cezayê Giran a 9emîn a Amedê hat lidarxistin. Yoldaş bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Ji ber pandemiyê ji bilî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz kesî beşdarî danişînê nekirin.   Yoldaş di parastina xwe de destnîşan kir ku tu eleqeya wî bi Komeleya Rosa re nîne û sûcên li ser xwe red kir. Yoldaş got çalaki û şahiyên ew beşdar bûye yasayî bûne û xwest were tahliyekirin.   Parêzerên Yoldaş jî anî ziman ku têkildarî sûcdariyê jî tu delîl nîn in û û beşdariya wî ya çalakiyan jÎ ji ber faliyetên wî yê partiya siyasî bûne û xwestin miwekîlê wan were berdan.   Şandeya dadgehê diyar kir ku delîl hatine berhevkirin û bi şertê kontrola edlî biryara berdana Yoldaş da. Danişînek din jî taloqî 24’ê sibata 2021’an kir.