Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin 2020-12-01 16:32:11   STENBOL - Parêzerê girtî Abdullah Tûran ê ji stûyê xwe heta xwarê felc e û li Gittîgeha Metrîsê dimîne xwest miwekîlê wî were berdan. Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê xwestekê nirxand û rapora ATK’ê ji nedîtî ve hat û rapora Miduriyeta Polîsan esas girt û daxwazê red kir.   Girtiyê nexweş Abdullah Tûran li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R girtî ne. Tûran ji stûyê xwe heta xwarê felc e. Parêzerê Tûran ji bo cezayê miwekîlê wî were taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoya Stenbolê da. Tevî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye Tûran jî lê Serdozgeriyê vê raporê ji nedîtî ve hat û serlêdana parêzer nirxand û daxwaza taloqkirina ceza red kir. Serdozgeriyê bersiva ku daye parêzer de rapora Miduriyeta Polîsan a Amedê ku derbarê Tûran de amade kiriye ji xwe re esas girtiye.   Tûran ê ku nayê berdan her ku diçe rewşa wî li girtîgehê nebaş dibe û nexweşîna wî giran dibe.   Tûran di 24’ê mijdarê de bi şev bi xew digire û wî radikin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîra Stenbolê û piştî Tûran tê muayenekirin û dermanan didinê wî carek din dişînin hepsê. Di heman şevê de Tûran dîsa bi xwe digire û radikin nexweşaneyê. Nexweşxane heman muameleyê nîşan dide û carek din dişîne nexweşxaneyê û wî dixin qawîşa karantînayê.   Piştî qewimandinên tên serê Tûran, parêzerê wî ketiye tevgerê û serî li Serdozgeriya Bakirkoyê daye.