Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin 2020-12-01 12:58:21   STENBOL – Endama Meclîsa Gelan û Baweriyan HDK’ê Çîgdem Kiliçgul Ûççar a 4 rojan di binçavan de ma û hat berdan, hevdîtina ji bo Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî ya bi zimanzan Necmiye Alpay re sûc hat dîtin û ji bo vê yekê jî “endamtiya rêxistinê” wek delîl hat nîşandan.   Li Stenbolê di 26’ê mijdarê de Cîgirê Şaredarê Navçeya Şîşliya Stenbolê Cîhan Yavûz û rojnamevan Kesîre Onel jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin. Endama Meclîsa Gelan û Baweriyan a HDK’ê Çîgdem Kiliçgul Ûçar bi boneya testa wê ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket di 29’ê mijdarê de birin Edliya Çaglayana Stenbolê û ji aliyê dozger ve bi şertê kontrola edlî hat berdan.   AXAFTINÊN TELEFONÊN KIRIN   Ûçar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îfade da dozgeriyê. Ji Ûçar pirsên “HDK kengê hatiye vekirin, çawa hatiye avakirin û ji aliyê kî ve hatiye damezrandin” hatine kirin. Hevdîtinên bi rêya telefonê yên Ûçar jî sûc hat dîtin. Hevdîtina Ûçar a ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî ya bi zimanzan Necmiye Alpay re jî sûc hat dîtin û ji bo vê yekê jî “endamtiya rêxistinê” wek delîl hat nîşandan.   BI ARMANCA TEPISANDINÊ   Ûçar destnîşan kir ku bi dehan polîs nîvê şevê bi ser mala wê de girtine û ev operasyon bi armanca tirsandinê û çewisandinê hatiye kirin.   18 KESÊN DI BINÇAVAN DE   Navên 18 kesên di binçavan de tên ragirtin wiha ne: “Erşan Olgunlu, Muhlis Bozdemîr, Mehmet Karadag, Alaattîn Altintaş, Nîzamettin Açik, Yusuf Çelîk, Husnu Taş, Dîdem Atabey, Sedat Acay, Cîhan Yavuz, Aydin Tekîn, Kesîre Onel, Îsmaîl Adanmiş, Emîne Kaya, Ramazan Yurttapan, Hêvîdar Yiles, Nazim Adiguzel û Mizgîn Aksû."