Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir 2020-12-01 12:55:19   AMED – Koma ku bi fermana Wezareta Karên Hundir li ber avahiya HDP’ê ya Amedê tê sekinandin, êrişên xwe yên li hemberî welatiyên ku diçin HDP’ê berdewam dike. Komê, di saetên serê sibehê de 2 xebatkarên HDP’ê bi giranî birîndar kirin.    Koma ku bi fermana Wezareta Karên Hundir bi hinceta ku zarokên wan çûne serê çiya li ber avahiya HDP’ê ya Amedê tê sekinandin, êrişên xwe yên li hemberî welatiyên ku diçin HDP’ê berdewam dike. Koma êrişkar ku duh di saetên berê êvarê de êrişî Rêvebera Bajar a HDP’ê Jale Okkan ku çû avahiya HDP’ê kir, îro di saetên serê sibehê de jî êrişî Yilmaz Dede û Fevzî Akdemîr ku çûn HDP’ê kirin.    Di êrişa ku bi kontrola polisan pêk hat de rêveberên HDP’ê bi giranî birîndar bûn. Hat hînbûn ku gelek endamên komê pêşî li Dedeyê ku xwestiye derbasî HDP’ê bibe girtine û gefa ku “tu yê derbasî HDP’ê nebî” lê xwarine û piştre bi awayekî giran birîndar kirine.    Giliyên HDP’iyên ku êriş li wan tê kirin nayên qebûlkirin.