Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire 2020-12-01 11:27:19   NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, dê sibê koma ewil grevê dewrî koma duyemîn bike.   Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê piştî salek û nîv dîsa çalakiyên greva birçîbûnê di rojevê de ne. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên cuda tên ragirtin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinan mafan ên li girtîgehan diqewimin di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin.   Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de ji aliyê AKP’ê ve hat qedandin, hevdîtin û têkiliya bi Ocalan û sê girtiyên li gel wî re hatin qûtkirin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û bû pêşengê vê çalakiyê ku li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiyê û dinyayê belav bû. Bi hezaran girtî piştgirî dan çalakiya Guven û van hevdîtinan kir ku parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica 5 caran bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Herî dawî parêzer di 7’ê Tebaxa 2019’an de çûn hevdîtinê û ji wê rojê şûn ve destûra parêzeran nayê dayîn.   Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 3’ê Adara 2020’an de çû Îmraliyê û hevdîtinek rûbirû kir. Di 27’ê Nîsana 2020’an de ji ber nexweşîna vîrûsa koronayê piştî 21 salan cara yekem Ocalan mafê telefonê bikar anî û telefonî malbata xwe kir.   Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê kom bi kom bi dema 5 rojan bêdawî û dorveger vê çalakiyê birêve dibe. Çalakî li gelek girtîgehên cuda dest pê kir û dê sibê koma duyemîn çalakiyê ji koma ewil dewr bigire.   Ji ber vîrûsa koronayê ku ku parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinan nayê zanîn li kîjan girtîgehan û çend girtiyan dest bi çalakiyê kiriye.   Li hin girtîgehan navê girtiyên di koma ewil de cih girtin wiha ne:   Li Girtîgeha Vezîrkopru ya Samsûnê ya Tîpa M Huseyîn Koç, li Girtîgeha Rihayê Tîpa T Erkan Bayrak, li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind Îhsan Bûlût û Muzaffer Acû, li Girtîgeha Bakirkoyê ya Tîpa L, Lorîn Înanç, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 1’an Mehmet Askerû Dûman, Li girtîgeha Sîncana Enqereyê Saadet Akin, Necla Yildiz û Arjin Yuksekbag, li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F Mehmet Emîn Urper, Şukru Çîçek, Sabah Dayan û Serhat Çagli, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê ya Tîpa T Nûrcan Aslan, Hatîce Kaymak û Fatma Bese, li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F Sertaç Kiliçarslan, Ozan Alpkaya û Abdullah Gunay, li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1’an Tîpa F Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel û Seher Orûç.