'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin 2020-12-01 11:14:28 STENBOL - Danişîna "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ku 8 salin dewam dike û 45 rojnameger û xebatkarên medyayê jê tên darizandin, hat dîtin.    20'emîn danişîna "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ku 8 salin dewam dike û 45 rojnameger û xebatkarên medyayê jê tên darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Ji ber ku şandeya dadgehê hatibû guhertin, girtekên berê ji nû de hatin xwendin. Dozger xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    DAXWAZA BERAETÊ   Parêzera Çagdaş Ûlûs Mehtap Acar Ûlûs, xwest ku dosyeya muwekîlê wê Çagdaş Ûlûs bê cudakirin û derbarê wî de biryara beraetê bê dayîn.    Parêzer Ozcan Kiliç jî, xwest biryar bê dayîn ku êdî muwekîla wê Yuksel Genç beşdarî danişînan nebe bê dayîn. Şandeya dadgehê daxwaza parêzerê Çagdaş Ûlûs red kir û ya parêzerê Yuksel Genç jî qebûl kir.    Dadgehê dûre danişîna bê taloqî 4'ê Adara 2021'an kir.