Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike 2020-12-01 10:41:49   ÊLIH – Malbata pitika S. Akdag a ku bi koronayê ketibû û li bendê bû rakin venêrîna awarte, lê ranekirin û du roj şûn ve jiyana xwe ji dest dabû diyar kir ku ew ê ji bo xemsariya nexweşxaneyê gilî bikin.   Malbata pitika bi navê S. Akdag a hêj salek û nîv bû bi gazina pirsgirêka hilmijê û sicirîna laş wê rakirin Nexweşxaneya Batmanê ya Welidandinê û Nexweşînên Zarokan û diyar kiribû ku pitika wan ji ber xemsariya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Di 25’ê mijdarê de testa koronayê ya S. Akdag hatiye kirin û bi boneya ku li nexweşxaneyê odeya entubeyê nebûye, li odeyek asayî hldane karantînayê. Rewşa pitikê xerab bû û malbatê ji nexweşxaneyê xwestiye rakin nexweşxaneya pandemiyê ya ji bo zarokan. Encama testa pitikê ya koronayê pozîtîf derdikeve. Ji ber cih li beşên venêrîna awarte ji bo pitikê nayê vekirin malbat li ser vê yekê pitika xwe radike nexweşxaneyek taybet û piştî du rojan li vir jiyana xwe ji dest dide.   MALBAT BI BERTEK E   Di qeydên nexwexaneyê de jî mirina pitikê wek vîrûsa koronayê hatiye nivîsandin. Malbat li hember xemsariya nexweşxaneyê bi gazin e û diyar kir ku ew ê li dijî vê xemsariyê derbarê nexweşxaneyê de gilî bikin. Dayika pitikê Yasemîn Akdag diyar kir ku zaroka wan nexweşxa epîlepsî bûye, wan cara ewil di 19’ê mijdarê de rakirine nexweşxaneyê û bi giştî 4 caran birine nexweşxaneyê lê di her cara çûne de jî paş ve şandine malê. Yasemîn Akdag di berdewamiya axaftina xwe de qala pêkhatina tiştên qewimîne kir û di dawiyê de testa wê ya koronayê pozîtîf derketiye û hinavê wê îltîhab girtiye.   ‘BILA ZAROKÊN DIN NEMIRIN’   Akdag destnîşan kir ku pitika wan di encama xemsariya li pey hev de jiyana xwe ji dest daye û xwest êdî zarokên kesên din bi vî awayî ango ji ber xemsariyê wiha nemirin.   DÊ GILIYÊ NEXWEŞXANEYÊ BIKIN   Bavê pitikê Menal Akdag jî diyar kir ku nexweşxaneyê ji wan re gotiye li bajarên derdorê jî cih nîne û ji wan re gotine amûra entûbeyê nîne û ew her çiqas li nexweşxaneyê dimînin jî çareyek bo wan nayê dîtin. Menal Akdag anî ziman ku wan pitika xwe biriye nexweşxaneyek taybet û li vir 5 caran dilê wê sekini ye. Akdag destnîşan kir dilê mirovan li ser nexweşxaneya niha ya zarokan dişewite û divê nexweşxaneya nû were vekirin. Akdag anî ziman ku pitika wan ji ber xemsariya nexweşxaneyê û rayedaran jiyana xwe ji dest daye û ew ê derbarê berpirsiyaran de gilî bikin.