Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir 2020-12-01 09:03:05 AMED - Dadgeha Bilind cezayê li Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca hatibû birîn xera kir.  Dadgehê, biryar da ku ji ber xala 83'yan a derbarê bêrîtiya parlementeran de ne mimkun e ku darizandina parlementeran bidome. Lewma Daîreya 7'an a Dadgeha Bilind, 10 meh cezayê ku li Parlemenetra HDP'ê Feleknas Ûcayê hatibû birîn xera kir.    10 MEH CEZA    Bi hinceta ku Ûca di sala 2012'an de ji bo kesên di greva birçîbûnê de ji derveyî welêt heba vîtamînê ya B-1 aniye derbarê wê de doz hatibû kirin û di çaçroveya vê dozê de Dadgeha Ceza ya Asliye ya 34'an a Bakirkoy a Stenbolê 10 meh ceza li Ûcayê birîbû. Lê belê Dadgeha Bilind cezayê hatibû birîn xera kir.    Piştî ku di sala 2014'an de ceza li Ûcayê hatibû birîn, parêzerê wê Ramazan Demîr jî serî li Dadgeha Bilind dabû.    Dadgeha Bilind jî piştî 6 salan serlêdana Ûcayê nirxand û biryar da. Dadgeha Bilind di biryara xwe de diyar kir ku piştî Ûca bûye parlementer hikim xwariye, lê belê li gor xala 83'yan a Qanûna Bingehîn a derbarê bêrîtiya parlementeriyê biryara darizandinê da sekinandin û biryara dadgeha ceza ya asliyeyê jî xera kir.