Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê! 2020-12-01 09:03:03 HATAY - Cebraîl Ancar, li Girtîgeha Îskenderûnê bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne. Gardiyanan di dema jimariyê de jê re gotine "dewlet hatiye, rabe ser xwe" û lê dane. Piştî vê Ancar, giliyê gardiyanan kiriye, lê belê derbarê lêpirsîna hatibû destpêkirin de biryara neşopandinê hat dayîn. Li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê girtî Cebraîl Ancar ku di bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne, di 13'ê Çileyê de bi pêkanîna jimariya şipyakî ya gardiyanan re rû bi rû maye. Gardiyanên ku hatine hucreyê ji Ancar re gotine "dewlet hatiye, rabe ser pêya" û lê dane. Piştî vê Ancar jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê daye û giliyê gardiyanan kiriye. Piştî vê dozgeriyê derbarê gardiyan E.Y. de lêpirsîn daye destpêkirin.    Dozgeriyê di derpêş kir ku di rapora derbkirinê ya Ancar de tu şopên derbkirinê nedîtine û ji ber ku kameraqawîşa navbirî nabînin derbarê derbkirinê de tu dîmen jî tune ne. Her wiha dozgeriyê di lêpirsînê de diyar kiriye ku Midûriyeta Girtîgeha Îskenderûnê jî lêpirsîna îdarî daye destpêkirin û di lêpirsînê de derbarê derbkirina girtî de tu delîl peyda nekirine.    Dozgeriyê, derbarê lêpirsîna gardiyan E.Y. da biryara neşopandinê da.    BIJÎŞK RAPOR NEDA    Ancar, piştî bûyerê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dabû. Ancar di serlêdana xwe de destnîşan kiribû ku di 13'ê Çileyê saet di 19.45'an de çend gardiyan hatine hucreyê û jê re gotine "dewlet hatiye rabe ser xwe" û êrîş anîne ser wî. Ancar, di serlêdanê de diyar kiribû ku ev êrîş li korîdorê jî dewam kiriye û paşê wî birine revîrê, lê belê bijîşkê revîrê jê re gotiye "tu derb tune ne" û rapor nedaye wî. Ancar gotibû: "Gava min kişandin korîdorê gelek gardiyan li wir bûn. Lê belê xwe li bêdengiyê datînin. Rêveberiya girtîgehê û gardiyanên ez îşkence kirime sûcdar in. Giliyê gişan dikim."    DÊ ÎTIRAZ BIKIN    Parêzera Ancar Mehtap Sert, anî ziman ku dê îtiraz bikin. Sert, bilêv kir ku muwekîlê wê 4 sal in di Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê de ye û heya niha gelek caran bi muameleyên xirab re rû bi rû maye. Sert got: "Hinceta binpêkirinên li girtîgehan giş yek e. Kamera chê bûyerê nabîne. Îşkence sûc e. Nayê qebûlkirin ku karmend xwe wekî dewletê bibîne û îşkenceyê bike. Em ê îtiraz bikin."    MA / Hamdûllah Kesen