Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn 2020-12-01 09:02:58 AMED - Şaredara berê ya Dêrikê Çaglar Demîrel, ji bo tesîsa dawerivandina avê çêbike gelek caran ji bo krediyê serî li Bankeya Îllerê dabû, lê belê bankeyê kredî nedabû şaredariyê. Niha jî bi hinceta bi zanebûnê derdorê qirêj kiriye, tê xwestin ji 2 salan heya 6 salan ceza li Çaglarê bê birîn.  Siyasetmedara girtî Çaglar Demîrel, di 2009-2014'an de şaredara Dêrik a Mêrdînê bû. Niha bi tawanbariya "di dema peywira xwe de ji ber ku tesîsa dawerivandina avê çênekiriye" û "bi zanebûnî derdor qirêj kiriye" tê xwestin ji 2 salan heya 6 salan ceza lê bê birîn.    Rapora 25'ê Nîsana 2014'an Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Mêrdînê, ji ber ku li gelek navçeyan û bajêr tesîsên dawerivandina avê tune ne, bû sedem ku Demîrel bê darizandin. Piştî vê raporê û gilîkirina midûriyeta bajarsazî û hwirdorê derbarê şaredarên berê yên Dêrikê Ramzan Kapar, Çaglar Demîrel, wekîlê şaredar Doga Ozbahçe de lêpirsîn hat destpêkirin.    Şaredarê berê Ramazan Kapar ku di 2004-2009'an de şaredarê Dêrikê bû û Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Dêrikê yê berê Dogan Ozbahçe, di îfadeya xwe de diyar kirine ku ji bo çêkirina tesîsa dawerivandina avê serî li Baneya Îllerê dane, lê belê bankeyê kredî nedaye wan. Parlementera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel jî ku di sala 2017'an de hatibû girtin û hîn jî di Girtîgeha Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye, xwest rû bi rû îfadeyê bide, lê belê ji ber ku dozgeriyê daxwaza wê qebûl nekiriye wê jî îfade nedaye.    6 SAL CEZA    Piştî lêpirsîn bi dawî bû îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de tê xwestin ku bi sûcê "bi zanebûnî qirêjkirina derdorê, muxalefeta li hemberî qanûna hawirdorê" ji 2 salan heya 6 salan ceza li Kapar, Demîrel û Ozbahçe bê birîn.   Doz li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Dêrikê didome.    Parêzerê Demîrel Serdar Çelebî got: "Demîrel, sal û nîvekê şaredarî kir. Di wî sal û nîvî de gel ji xizmeta wê memnûn bû. Bi projeyên xwe rengê bajêr guherandibû. A rast, piraniya van xebatan jî derbarê sererastkirina bienrdî bû. Ji ber vê jî doz li Demîrelê hatiye kirin."    Çelebî, anî ziman ku bûne şahidê rewşeke ku heya niha nehatiye serê wan û got: "Heya niha em bi rewşeke wiha re rû bi rû nemane ku ji ber qirêjkirina derdorê derbarê şaredarekê de doz bê kirin. Trajîkomîk e. Birêz Çaglar Demîrel, ji bo kar û barên binerdî û tesîs dawerivandina avê bê çêkirin, gelek caran serî li Bankeya Îllerê dbû. Lê belê serlêdanên di vî warî de hemû hatin redkirin. Ev tişt di dosyeyê de hene."    ‘HÎN JÎ TESÎS TUNE YE, LÊ DERBARÊ QEYÛM DE TIŞTEK NEHATIYE KIRIN'   Çelebî, anî ziman ku li gor lêkolînên wan li gelek navçe û bajarên Tirkiyeyê tesîsên dawerivandina avê tune ne û got: "Lê rabûn der barê şaredara Dêrikê Çaglar Demîrelê de doz kirin. Tişta ecêb, hîn jî li Dêrikê tesîsa dawerivandina avê tune ye. 10 sal derbas bûne û niha şaredarî di dest qeyûm de ye, lê belê hîn jî tesîs tune ye. Piştî Demîrelê tu kesî tesîsa dawerivandina avê çênekir. Derbarê tu kesî de nehat gotin hûn derdorê qirêj dikin û ew nedan ber lêpirsînê."