ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-01 09:00:02 * Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, diyar kir ku YE, li dijî polîtîkaya Tirkiyeyê ya di çarçoveya "Welatê Şîn" de li Rojhilatê Behra Spî pêk tîne, derdikeve û lêgerîna li keştiya tirk a di çarçoveya Operasyona Îrînîyê de, nîşaneya pozîsyona YE'yê ye.  * Şaredara Dêrikê ya berê Çaglar Demîrel, ji bo tesîsa dawerivandna avê çêbike gelek caran ji bo krediyê serî li Banketa Îllerê dabû, lê belê bankeyê kredî nedabû şaredariyê. Niha jî bi hinceta bi zanebûnê derdorê qirêj kiriye, tê xwestin ji 2 salan heya 6 salan ceza li Çaglarê bê birîn.    * Li Wanê di 40 rojên dawî de 5 rojnamevan hatin girtin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku bi van girtinan tê xwestin ku çapemeniya muxalif bê "terbiyekirin".    * Prof. Dr. Mûstafa Altintaş anî ziman ku peymana bi Qetarê re hatiye kirin delîla ku welêt ketiye rewşeke muhtaciyê û êdî bûye ku pîvanên piyaseyeke jirêzê jî esas nayên girtin.   * Cebraîl Ancar, li Girtîgeha Îskenderûnê bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne. Gardiyanan di dema jimariyê de jê re gotine "dewlet hatiye, rabe ser xwe" û lê dane. Piştî vê Ancar, giliyê gardiyanan kiriye, lê belê derbarê lêpirsîna hatibû destpêkirin de biryara neşopandinê hat girtin.    * Dadgeha Bilind cezayê li Parlementera HDP'ê Feleknas Ûcayê hatibû birîn xera kir.    * Danişîna Doza KCK'ê ya Çapameniyê ku 46 rojnameger têde tên darizandin wê li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê be dîtin. (10.00)   * DÎSK, KESK, TMMOB û TTB, wê ji bo berdana Endamê Rûmetê yê TTB'ê Şeyhmûs Gokalp ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin bi awayekî online civîna çapameniyê li dar bixin. (12.30)   *Wê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo Endamê Rûmetê yê TTB'ê Şeyhmûs Gokalp Odeya Bijîjkan a Amedê daxuyanî bide. (12.30)   *HABER-SEN, ji bo bal bikişîne ser pirsgirêkên xebatkarên PTT'ê yên dema pandemiyê wê li Amed û Edeneyê civînên çapemeniyê li dar bixe. (12.30-13.00)     * Komcivînên HDP, CHP, MHP û İYİ Partiyê pêk bên. (12.45/13.30/10.45/09.45)   * Rêxistinên ciwanan ên Enqereyê, derbarê girtina Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Enqereyê Nevroz Gulen de wê li Şaxa SES'ê ya Enqereyê civîna çapameniyê li dar bixin. (13.30)