Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin 2020-11-30 14:17:18   AMED – Hat ragihandin ku ji ber li Goristana Yenîkoyê cih nemaye wê li navçeya Peyasê goristaneke bi mezînahiya milyon û 603 metreqare bê avakirin.   Li Amedê ji ber ku li Goristana Yenîkoyê cih nema, biryar hat dayîn ku goristaneke nû bê avaklirin. Ji bo goristana nû li taxa Gozalan a navçeya Peyasê cih hat eyarkirin. Biryar hat dayîn ku li taxê bi mezînahiya milyon û 603 metreqare goristaneke nû bê avakirin.