Li Îzmîrê kesek hat girtin 2020-11-30 13:55:48   ÎZMÎR - Li Îzmîrê, Abdî Ertaş ê di 27'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Li Îzmîrê, 17 kesên bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandeya rêxistinê kirin" di 27'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, duh îfade dayîna wan a li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû. 16 kes piştî îfadeyên wan ên li miduriyetê hatin girtin, serbest hatin berdan. Welatiyê Abdî Ertaş jî sewqî dadgehê hat kirin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Ertaş ê hat girtin, şandin Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê.