Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket 2020-11-30 10:18:38   AMED - Rojnameya Xwebûn ku bi kurdî hefteyê carekê tê weşandin, bi hêjmara 50'emîn derket. Xwebûn vê hefteyê bi manşeta "Fêm nakin û nezan in" bal kişand ser helwesta dadgehê ya li dijî zimanê Kurdî.    Rojnameya Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket. Rojnameya ku hefteyê carekê weşanê dike, bi manşeta "Fêm nakin û nezan in" derket. Rojnameyê di manşetê de bal kişand ser helwesta dadgehê ya li dijî Kurdî û wiha nivîsî: "Bi dehan sal in dewleta tirk ji bo zimanê kurdî tune bike her tiştî dike û li hemberî vê yekê kurd jî bi bedelên giran hebûna zimanê xwe diparêzin. Gelek caran bêhurmetiyê li zimanê kurdî dikin. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hatibû girtin, Îsmaîl Çoban niha girtî tê darizandin. Ji ber nûçeyên di rojnameyê de hatine veşandin doz li Çoban hatiye vekirin. Di danîşîna dozê de Çoban xwest bi kurdî parastina xwe bike lê axaftina wî wekî; ‘Hat dîtin ku bersûc pirsên tirkî yên serokê dadgehê, bi zimanekî nayê famkirin bersivandiye’ derbasî qeyd û girtekan kir..."    Rojnameyê vê hefteyê dîsa cih da nivîsên nivîskarên nû yêm wekî Yayob Tilermenî, Mefer Kurdil, Hisên Çetikbaş, Dogan Hejar û Mehmet Şahîn. Rojnameyê dîsa bi minasebeta salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî sernavê "Kujerên Tahîr Elçîe tên parastin" derxist pêş û merasima bîranînê kir nûçeya surmaşneştê.