Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye 2020-11-30 09:06:54   ENQERE – Parêzer Eyup Dûman, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê domandin li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye û ev tişt got: “DMME ku 21 sal berê li dijî darvekirinê biryara tevdîrê da di mijara tecrîdê “tunebûna hêdî hêdî ye” de durû tevdigere.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan, li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Jimar 2 a Enqerê (DGM) hat darizandin û cezayê arvekirinê lê hat birîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), vê biryarê red kir û biryar da ku Ocalan li DGM’ê bi awayekî adîl nehatiye darizandin û li dijî biryara darvekirinê biryara tevdîrê girt. Di ser vê biryara DMME’yê de 21 sal derbas bûn.    DMME’ya ku derbarê darvekirina Ocalan de biryara tevdîrê da, bêdengiya xwe ya derbarê tecrîda ku li ser Ocalan tê pêkanîn de didomîne. Ocalan ku mafê wî yê parêzer, malbat û telefonê tê astengkirin, şibandina navbera tecrîd û darvekirinê bi van gotinan destnîşan kiribû: “Her dû jî darvekirinin, tenê rêbaz cuda ye.” Parêzer Eyup Dûman helwesta DMME’yê ya Îmraliyê li Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nixand.     NÊZIKBÛNA LI GORÎ KESAN   Parêzer Dûman, diyar kir ku di sala 1999’an de ji bo rawestandina darvekirinê bi serokên baroyên herêmê re ji serokkomar, serokwezîr û saziyên navneteweyî yên demê re daxwazname nivîsandine û wiha got: “Li gel ku DMME’yê dem deman tecrîdê tespît kiriye jî ji ber berjewendiyên xwe danekirinan li ser Tirkiyeyê pêk nayne. Li gorî xala 90’emîn a Destûra Bîngehîn, her saziyên darazê yên Tirkiyeyê divê tevlî biryarên DMME’yê bibin û neçar in pêwîstiyên wan bi cih bînin. Heke DMME derbarê rakirina tecrîdê de biryar bide Tirkiye neçar e tevlî biryarê bibe. Ji ber berjewendiyan saziyên navneteweyî biryareke bi vî rengî nadin. Li gorî demê, pêvajo û kesan nêzikbûn nîşan nidin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan hesas tevnagerin. Dem deman heyet tên û derbarê hebûna tecrîdê de tespîtan dikin lê tu zextê nakin. Divê ev zext teqez pêk were.”   TECRÎ LI DIJÎ QANÛNAN E    Di berdewamê de Dûman, naveroka Qanûna Cezaya Înfazê bi bîr xist û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî her rêza vê qanûnê ye û ev tişt got: “Li vir tişta ku li Birêz Ocalan tê pêkanîn tevdîra cezaya înfazê ya li gorî kesan e. Lewre tecrîd li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye. Bi taybetî ji bo wî girtîgehek hatiye avakirin û mafên ji bo girtiyan hatine nasîn ji bo wî nehatine nasîn. Demeke dirêj e hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re ji ber sedemeke ne di cih de hatiye xespkirin.”    ‘DARVEKIRIN BÛYE TECÎD’    Dûman, tespîta Ocalan a têkildarî şertên ku têde tê ragirtin; “Girankirina rewşa tecrîdê jixwe tê wateya darvekirinê” bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: “Divê înfaz ji bo herkesî wekhev bê pêkanîn. Dema ku hûn mirovekî demeke dirêj bi tena serê wî bihêlin, ji mirovan tecrîd bikin wê endamên laşê wî qels bibin. Tecrîd rizandin û tunebûna hêdî bi hêdî ye. Heke mirovekî din be; dibe ku nikaribe li ber xwe bide. Rakirina darvekirinê di çarveya endamtiya Yekitiya Ewropayê de pêk hat. Ev biryareke di cih de ye lê tecrîda ku bûye darvekirin li dijî mafê mirovan e.”   MA/ Emrûllah Acar