Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye 2020-11-30 09:06:15   AMED – Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal, diyar kir ku di çarçoveya kampanya “Tev bi hev re bikeve tevgerê” de li herêmên cuda bi xebatên fîzîbîlîteyê xwe gihandine nêzî 200 ciwanî û hewl didin derbarê tecrîdê de rojevek ava bikin.    Meclisa Ciwanan a HDP’ê, xebatên xwe yên di çarçoveya kampanya “Tev bi hev re bikeve tevgerê” de ku di meha hezîranê de li dijî tacîz, destdirêjî û hişbirê ku di encama polîtîkayên desthilatê de zêde bûne dabû destpêkirin, didomîne.     Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal, diyar kir ku ji meha hezîranê ku dest bi kampanya xwe kirine û heta niha bi xebatên xwe yên fîzîbîlîte ku li herêmên cuda yên bi Tirkiyeyê kirine, bi ciwanên lîse û zanîngehan re hatine gel hev û xebatên zanedarkirinê meşandine. Ûnsal, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêbrê PKK’ê Abdullah Ocalan dibe sedema kûrbûna hemû pirsgirêkan û di asta ku gihîştinê de bi hemû xebatên xwe şikandina tecrîdê ji xwe re kirine armanc.    QADÊN ALTERNATÎF TÊN AVAKIRIN   Unsal, anî ziman ku di çaroveya kampanyayê de pêngavên ku ji ciwanan re qadên alternatîf ava bikin davêjin û wiha got: “Di pêvajoya şewbê de li gel hin astengiyan jî em ji armancên xwe şaş nebûn. Me bernameyeke berfireh pêk anîn. Li qadên ku ciwan lê hebin qadên xebatê yên mîna perwerde, ekoloji, tecrîd,jinên ciwan, kedkarên karker û ciwanên bêkar jî hene. Em li ser pirsgirêkên ciwan dijîn rawestiyan û di vê çarçoveyê de me xebatên fîzîbîlîteyê meşand û li herêmên Marmara, Çûkûrova û Egeyê bi nêzî 200 ciwanî re hatin gel hev. Bi vê re me weka asta duyemîn xebatên zanedarbûnê meşand.”   XEBATÊN JINAN   Têkildarî xebatên wan ên li dijî tacîz û destdirêjiya li hemberî jinan jî Unsal axivî û da zanîn ku bi qanûna înfazê ku ji meclisê derbas bû re tacîz û destdirêjî zêde bûye û ev tişt gotin: “Tundî û cînayetên li hemberî jinan jî zêde bûn. Ji bo Peymana Stenbolê me gelek xebat kirin. Me li hin cihan meş li dar xistin û li hin cihan jî xebatên pankart û nivîsandinan kir. Li hin cihan jî xebatên taxan hatin kirin. Bi jinên ciwan û dayikan re nîqaş û sohbet hatin kirin.”   ‘OCALAN 22 SAL IN DI QARANTÎNAYÊ DE YE’   Derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehên din de jî Unsal, got ku hewl didin rojevek ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo fêmkirina tecrîdê xebatên me yên nefsûqiyaskirin, teşhir û ketina tevgerê hene. Qarantînaya 14 rojan ji me re giran tê lê Birêz Ocalan 22 sal in di qarantînayê de ye. Bawerî bi gotinên serokkomar Erdogan ên reformê nayê. Heke tê xwestin bi reforman welat bê demokratîkkirin navnîşan Îmralî ye. Heta tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin tecrîda li ser civakê nikare bê rakirin.  Xebatên me yên li dijî tacîz, destdirêjî û hişbirê ku polîtîkayên desthilatê ne jî hebûn. Di vê çarçoveyê de em li Sûrê bi 400 malbatî re hatin gel hev. 50 malbat li me vegeriyan û daxwazan kirin. Xebatên me yên ki bo bersivandina daxwazin wan didomin.”   KONFERANSA BI 350 DELEGEYÎ   Unsal, agahî da ku wê di meha kanûnê de bi beşdariya 350 delegeyî wê konferanseke berfireh a rêxistinbûnê li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî konferansê bi awayekî yekûn bi rihê seferberiyê bername û çalakiyên me timik bi awayekî aktîf bên berdewamkirin. Em ê derbasî xebatên seferberiyê bibib. Em soz didin ku dê bi vê pêngava xwe têkoşîna jinan hê bêtir bi pêş ve bibin. Wê vê xebata seferberiyê bi pêşengiya têkoşîna jinên ciwan pêk were. Di esasê xwe de em bi rihê seferberiya mor dikevin tevgerê.”    MA / Ergîn Çaglar