ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN 2020-11-30 09:00:58 * Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremûs, naveroka hevdîtinên ku li Herêma Kurdistanê pêk tînin nirxand û got: "Xelkê başûr bi tu awayî alozî û şerê navxweyî naxwaze. Em bihêvî ne ku wê encamek erênî ji van hevdîtinên me derkevin."   * Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal, diyar kir ku di çarçoveya kampanya “Tev bi hev re bikeve tevgerê” de li herêmên cuda bi xebatên fîzîbîlîteyê xwe gihandine nêzî 200 ciwanî û hewl didin derbarê tecrîdê de rojevek ava bikin.    * Nivîskar û lîstikvanê lîstika şanoyê “Keypa125000” Tûncay Ozel, bal kişand ser talankirina Heskîfê û diyar kir ku ev talûke ne dûrî Cizîr û Sûrê ye.    * Parêzer Eyup Dûman, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê domandin li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye û ev tişt got: “DMME ku 21 sal berê li dijî darvekirinê biryara tevdîrê da di mijara tecrîdê “tunebûna hêdî hêdî ye” de durû tevdigere.”   * Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê Abdullah Melîk, diyar kir ku di 25 salan de GAP’ê bi qezenca 40 milyar û nîv dolaran xwe amortî kiriye û ev tişt got: “Bi projeya GAP’ê re mirovên xîzan bêtir xîzan bûn û mirovên dewlemend jî bêtir dewlemend bûn.”   * Medreseya Feqîyê Teyran a dîrokî ku li gundê  Keraşînê navçeya Basa ye, ji ber xemsarriya dewletê û mirovên li herêmê hilweşiyaye û tenê dîwarên wê mane.   * Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” de, bi armanca balê bikişîne ser komkujiya xwezayê wê daxuyanî bide çapemeniyê. (10.00)   * TTB û SES, bi daxwaza serbest berdana Endamê Rûmetê yê TTB’ê Şeyhmûs Gokalp ê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, wê civîna onlîne li dar bixin. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, wê di çarçoveya bernameya partiya xwe de li Mêrdînê hin hevdîtinan biıke. (13.30-17.30)   * Şaxên OHD, ÇHD’ê yên Stenbolê û gelek rêxistinên hiqûqî, wê derbarê salvegera qetilkirina Tahir Elçî de, li pêş Edliya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)